Ciwanên Minbic û Reqayê: Armanca Tirkiye derbekirina têkoşîna gelê Kurd e

Ciwanên bajarên Minbic û Reqayê gotin, armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê derbekirina têkoşîna gelê Kurd e.

Ciwanên Minbic û Reqayê: Armanca Tirkiye derbekirina têkoşîna gelê Kurd e
26 nîsan, 2021   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi aramnca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê Yekitiya Jinên Ciwan ên li Minbic û Reqayê du daxuyaniyên cuda dan.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y9ujmL9ZMVA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan ciwan li yarîgeha El-Sudasî ya li bajêr kom bûn.  Endama Rêveber Sîdana  Henûş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin:"Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan ên li Minbic û gundewarê wê, em êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca derbekirina ewlehî û aramiya herêmê ye şermezar dikin, em bûn şahidên êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku dixwaze têkoşîna me derbe bike û vîna azad bişkînin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate diyarkirin:"Em biryara dadgeha Iraqê ya darvekirina çar ciwanên êzidî şermezar dikin dibêjin ku biryar biryareke siyasî e û tu têkiliyên wê bi adaletê ve tune ye, ji lew re em banga betalkirina vê biryarê dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de jinên ciwan piştgirya xwe ya ji gerîlayên li çiyayan nîşan da.

REQA

Di heman çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a li Reqayê bi beşdariya bi dehan ciwan li pêşiya navenda xwe ya li naverasta bajêr daxuyanî da.

Endama Yekitiyê Maya El-Hemed daxuyanî xwend.

/ar/uploads/files/2021/04/26/135440_athad-almrah-alshabh-balrqh-..sr-antsarna-hy-aliradh-alqwyh-.webp

Di daxuyaniyê de êrişên hovane yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Avaşîn û Metînayê hatin şermezarkirin û hate gotin, siyaseta ku Erdogan dimeşîne siyaseta çewistandina tevahiya pêkhateyan û gelê Kurd bi taybet e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin:"Êrişên ku îro em dibînin nîşaneya bidawîbûna dema Erdogan a serokatiya li Tirkiyê ye, ji ber ku di demên dawî de di gelek hemleyan de mîna Eyn Îsa û çiyayê Garê bi bin ket."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Me îro tama azadiyê dît, em rezaletî, radestkirin û sertewandinê qebûl dikin, em ê heta pêkanîna serketin, garantiya jiyana azad û rizgarkirina hemû bohostên erdên xwe yên dagirkirî şopdarên rêya şehîdan bin û ji faşîst û ajanan re bibêjin ku ew ê cezayan wan du qat be."

(eh)

ANHA