Meclisa Rêveber a herêma Firatê êrişên Tirkiyê şermezar kirin

Meclisa Rêveber a herêma Firatê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Kurdistanê şermezar kirin û bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û hêzên cîhanê yên bibandor kir ku fişarê li dagirkeriya Tirk bikin, da ku siyaseta xwe ya destpot li dijî şêniyên herêmê rawestîne.

Meclisa Rêveber a herêma Firatê êrişên Tirkiyê şermezar kirin
26 nîsan, 2021   15:53
KOBANÊ

Meclisa Rêveber a herêma Firatê daxuyaniyek ji raya giştî re da û tê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Kurdistanê şermezar kirin. Daxuyanî li pêş avahiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê ya Kobanê bi deşariya bi dehan ji endamên saziyên sivîl ên Kobanê, tevî pabendbûna bi tedbîrên vîrusa Koronayê, hate xwendin.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê Silêman Keişîş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Faşîsta Tirk di êrişên xwe bikîn ên li dijî tevahî erdnîgariya Kurdistanê de berdewam e û li pêş çavên tevahî cîhanê hemû mîsaq, peyman û qanûnên navneteweyî bin pê dike. Bi wê re mafên mirovan ên herî rewa yên gelên têkoşer û azadîxwaz bin pê dike. Siyasetên wê yên qirêj û hovane bi awayekî eşkere li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî çiyayên Zap, Avaşîn û Metîna xuya ne. Ev êriş û dijminahî piştî têkçûna li pey hev ên li çiyayên Garê bi destê têkoşer û parêzvanan zêde bûn.

Ji ber ku rejîm faşîst e, çi rejîma Tirk çi Baas dibe, rejîma faşîst a Baasê bi rasthatina êrişên dewleta Tirk bi hewldaneke binketî ya tevliheviya ewlehiya gelên ku banga azadî û rizgariya ji faşîstê dikin, bi rêya baskên xwe yên bi nûnertiya Dîfaa El-Wetenî û alavên wê yên ewlehî yên qirêj, fîtneyan di navbera pêkheteyên herêmê de bi taybet pêkhateyên Ereb û Kurd çêdikin. Lê şehîd şêx Hayis El-Ciriyan û şehîd Xalid Hacî misoger kir ku li herêmê biratiya gelan heye. Her wiha gel û hêzên me yên ewlehî di bûyerên dawî yên li Qamişlo yên li taxa Teyî de îsbat kir ku gel li hember tevahî cureyên terorîstê yên ku hewl didin alozî û nearamiyê pêk bînin û projeya neteweya demokratîk derbe bikin, hevgirtî û yek e.

Ji bo bibinxistina vê projeyê û fişarkirina li gelên herêmê hîna jî dagirkeriya Tirk gelên herêmê çi li hundirê Tirkiyê û li derveyî wê armanc dike. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê têkoşeran digire û bi awayekî bêrêzî dixe girtîgehan û li dijî wan hemû cureyên terorîstî û îşkenceyê derûnî û bedenî pêk tîne. Li derveyê Tirkiyê jî, ava çemê Firatê li ser şêniyên Hesekê qut kiriye û karesateke mirovî çêkiriye. Ji ber av ji hêmanên sereke ya jiyanê ye. Li gel wan dorpêç û îşkenceyan jî, rejîma Baasê piştgiriya dewleta Tirk  dike û di dorpêça li ser şêniyên li herêmên Rêveberiya Xweser re hevkar û şirîk e û dorpêçeke tund li dijî herêmên Şehba û Şêxmeqsûdê ferz kiriye.

Tevahî rejîmên destpot û yên li dijî gelê herêmê li hember rewşa mirovî berpirsiyar in û bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û hêzên cîhanê kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin û siyasetên destpotiyê yên Tirkiyê û Baasê rawestînin û bi awayekî cidî li hember pêhnehatina karesateke mrivo û aloziyê bisekinin."

(fr)

ANHA