Li herêma Firatê alîkarî li malbatên hewcedar tên belavkirin

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê alîkariyên mirovî li malbatên hewcedar belav kirin.

Li herêma Firatê alîkarî li malbatên hewcedar tên belavkirin
26 nîsan, 2021   14:22
KOBANÊ

Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê alîkariyên mirovî li malbatên hewcedar ên ku ji ber qedexeya derketina derve ya ji ber ji vîrusa Koronayê zirar kişandin, belav kirin. Alîkarî bi hevkariya komîn û meclisên bajar, gund û navçeyên herêma Firatê tên belavkirin.

Alîkarî ji derdora 2 hezar û 500 pakêtên xwarinê pêk dihat, di her pakêtekê de 11 madeyên xwarinê hene.

Piştî bidawîbûna belavkirina alîkariyan li gund, bajarok û navçeyên herêmê, dê li navçeyên bajarê Kobanê werin belavkirin.

Tê payîn ku xebata belavkirina pakêtên xwarinan heta deh rojan dewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8FxjPPMhQ_w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>