Nûnerê DYA'yê yê li Sûriyê bi PYNK'ê re civiya

Nûnerê DYA'yê yê ji bo Sûriyê David Braunstein piştî ku ji Başûrê Kurdistanê vegeriya, bi şandeya danûstandinan a PYNK'ê re civiya.

Nûnerê DYA'yê yê li Sûriyê bi PYNK'ê re civiya
26 nîsan, 2021   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê ji bo Sûriyê David Braunstein piştî ku ji Başûrê Kurdistanê, bi şandeya danûstandina a Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) re civiya. Şandeya PYNK'ê ji Asya Abdullah, Sema Begdaş, Mihemed Mûsa, Salih Gedo, Cemal Şêx Baqî û Nesredîn Îbrahîm pêk dihat.

Şandeyê û nûnerê DYA'yê yê ji bo Sûriyê mijarên girêdayî diyalogên di navbera PYND û ENKS'ê de û encamên serdana David Braunstein ji Başûrê Kurdistanê re nîqaş kirin.

ANHA