`Divê gelê Kurd li hemberî êrişên qirkirinê bêdeng nemîne`

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî van êrişên qirkirinê bêdeng nemîne.

`Divê gelê Kurd li hemberî êrişên qirkirinê bêdeng nemîne`
26 nîsan, 2021   13:56
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê daxuyaniyek derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê û  êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî  yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyanî dan.

Daxuyanî li Goristana Şehîda Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo ji aliyê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hêvî Seyîd ve hat xwendin.

Navaroka daxuyaniyê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker di 23`yê Nîsana 2021`an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê (Avaşîn, Zap û Metîna) operasyonek daye destpêkirin û herêmê bi dijwarî bombebaran dike û gaza jehrê bikartîne.

Li hemberî van êrişan, hêzên gerîla li van her sê qadan; Zap, Avaşîn û Metîna `Pêngava Bazên Zagrosê` dane destpêkirin û di encamê de gelek derbeyên giran li artêşa Tirk xistin.

Dewleta Tirk bi zanebûn ev êriş di salvegera Qirkirina Eremeniyan de da destpêkirin ku çawa gelê Ermen qir kir, wiha dixwazin kurdan jî qir bike. Piştî hevdîtinên di navbera Joe Biden û dewleta Tirk de ya bi rêya telefonê pêkanîna van êrişan ne tesadûf e. Diyar e ku bi êrekirina hêzên navneteweyî ev êriş pêk hat. Plana di navbera Iraq û PDK`ê li ser Şengalê  ku dixwazin fermaneke nû pêk bînin ji êrişên niha re ne dûr e.  

Li hemberî van êrişan divê gelê Kurd û hêzên siyasî nerazîbûnên xwe nîşan bikin. Taybet hêzên li Iraq û Başûrê Kurdistanê divê li dijî van êrişan derbikevin. Bêdengiya hêza tê wateya erêkirin e.

Armanca van çeteyan têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye. Dixwestin şer û pevçûnê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixin, lê ev armanca wan bi cih nehat û berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn û yekitiya pêkhateyên herêmê, ev plan vala hate derxistin.

Em weke Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê soza xurtkirina rêka têkoşîn û berxwedanê didin, em ê têbikoşin da ku em hemû herêmên xwe ji dagirkeriyê azad bikin û dawiyê li tecrîda li ser rêber Ocalan bînin.

Em bang li hemû jinên Kurdistanê dikin û li hemû dost, hêzên demokratîk û gelê Kurd dikin ku li hemberî van êrişên qirkirinê bêdeng nemînin da ku van binpêkirin û êrişên dewleta Tirk sînordar bikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erka xwe rabin binpêkirinê dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê  êmên Parastinê yên Medyayê û Bikin ku bi erka xwe rabin û sînoekî ji binpêkirinê rişên dewleta  dawiyê li tecrîda li ser û Başûrê Kurdistanê bi dawî bikin."

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ICgnXUMdHhU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>