Meclisa Sivîl a Tebqayê ji ber kêmkirina ava Firatê hişyariya karesatekê da

Meclisa Sivîl a Tebqayê sûcên dewleta Tirk ên kêmkirina ava çemê Firatê şermezar kir û hişyarî da ku ev rewş dewam bike dê karesatên mirovî rû bidin.

Meclisa Sivîl a Tebqayê ji ber kêmkirina ava Firatê hişyariya karesatekê da
26 nîsan, 2021   13:00
TEBQA

Meclisa Sivîl a Tebqayê îro li ber çemê Firatê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê Elûş El-Xidir ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin:

 “Dewleta Tirk bi zanabûn ava Firatê bi ser Sûriyê de qut kir û rêjeya ku li ser hatiye lihevkirin, kêm kir. Bi vê yekê îro dewleta Tirk a faşîst şerekî derexlaqî û dermirovî dide meşandin û hemû rêgezên navneteweyî binpê dike.

Qutkirina avê gefa karesateke ekolojîk, xela û qutkirina ximzetên kehrebe û avê dixwe. Ev yek bandoreke neyînî li jiyana şêniyên li herêmê dike. Her wiha ev yek bandorê li dewleta Iraqê jî dike.

Divê civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, NY û YE zextê li dewleta Tirk bikin da ku para Sûriyê ji ava Firatê berde û bi vê yekê rê li ber karesateke mirovî li herêmê bê girtin.

Em bang li hikumeta Şamê jî dikin ku bi rola xwe rabe û qutkriina avê ne tenê bandorê li me dike, lê belê li tevahî Sûriyê dike.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/W0MWDa7HNJo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>