'Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê binpêkirina peymanan e'

Partî û pêkhateyên Hesekê piştrast kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê binpêkirina peyman û qanûnên mafên mirovan e.

'Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê binpêkirina peymanan e'
26 nîsan, 2021   13:00
HESEKÊ

Artêşa dewleta Tirk a dagirker di 24'ê Nîsanê de êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Gelê herêmê êrişên dewleta Tirk a dagirker wek hewldana qirkirina Kurdan dibîne.

Partî û pêkhateyên Hesekê têkildarî mijarê daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand. Bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û tevgerên jinan daxuyanî li pêşiya navenda PYD'ê ya li Hesekê ji hêla yek ji rêveberên Partiya El-Muhafîzîn Mihemed Birak ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî têkçûna hêzên dewleta Tirk a dagirker li herêma Garê di meha Sibatê de, careke din dewleta Tirk bi serkêşiya AKP'ê û serokê faşîst Erdogan êriş dike. Hêzên hikumeta AKP'ê yên li dijî mirovahiyê roja şemiyê hemleyek nû li dijî Başûrê Kurdistanê li herêma Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir. Mal û milkên hemwelatiyên li herêmê kirin armanc û tevahî peyman û qanûnên mafên mirovan binpê kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker gelê Kurd û gelên herêmê Ereb, Ermen û Aşûr dike armanc û tevahî qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike.

Di dawiya daxuyaniyê de, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê hatin şermezarkirin û bang li civaka û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku li hemberî dîktatorê yê faşîst Erdogan” û hikumeta wî ya ku dijminatiya demokrasî û jiyana hevpar dike, bisekinin.

 (dx)

ANHA