Li Reqayê şehîdekî hêzên ewlekariyê hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarê wê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li goristana şehîdan a li gundê El-Hikûmiyê yê Reqayê oxir kir.

Li Reqayê şehîdekî hêzên ewlekariyê hate oxirkirin
26 nîsan, 2021   12:15
REQA

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hesen El-Ewda dema li ser erka xwe bû, şehîd bû. Bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û endamên hêzên ewlekariyê tevlî merasîma oxirkirinê bûn.

/kr/uploads/files/2021/04/26/121610_-3.webp

Li goristana şehîdan a li gundê El-Hikûmiyê, merasîmê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre, bi navê hêzên ewlekariyê yên Reqayê, Wenas Mihemed axivî û da zanîn ku şehîd ji bo ewlekariyê û îstiqrarê, canê xwe didin.

Mihemed piştrast kir ku ew ê li ser rêya şehîdan bimeşin, heta ku şoreşan wan bi ser dikeve û parastina destkefiyan tê kirin.

/kr/uploads/files/2021/04/26/121621_-2.webp

Piştî axaftinan, wesîqeta şehîd El-Ewda, ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Hac ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyê şehîd hate veşartin.

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eX9Qbm-wm54" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>