Mala Êzidiyan bang li rêxistinên mirovî kir ku rê li pêşiya darvekirina ciwanên êzidî bigire

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê biryara darvekirina 4 ciwanên êzidî şermezar kir û daxuyand ku hin alî hene dixwazin vî sûcî ji bo şantajkirina gel û rêveberiya Şengalê bi kar bînin.

Mala Êzidiyan bang li rêxistinên mirovî kir ku rê li pêşiya darvekirina ciwanên êzidî bigire
26 nîsan, 2021   12:34
HESEKÊ

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê têkildarî biryara dadgeha Mûsilê ya darvekirina 4 ciwanên ji Şengalê ya bi hinceta kuştina 2 ciwanên ji eşîra El-Şemer di Îlona 2020`an de, daxuyaniyek da.

Endamê Mala Êzidiyan Ziyad Rustem li gundê Berzan ê bajarê Hesekê daxuyanî xwend û bi dehan endamên Mala Êzidiyan û ciwanên êzidî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Li gel azarên êzidiyên Şengalê û êşa bi sedan malbatan ên ku li benda vegera dîlgirtiyên xwe ne, dadgeha Mûsilê bi hinceta kuştina 2 ciwanên Ereb di sala borî de, biryara darvekirina 4 ciwanên Şengalê da.

Gelek dane teqez dikin ku destê wan ciwanan di wê sûcî de tune ye, bi taybetî ji ber ku têkiliyên dîrokî di navbera eşîra El-Şemer û êzidiyên Şengalê de hene. Her wiha ruxmî helwestên erênî yên şêx û pêkhateyên wê eşîrê jî, lê hin kesên ku kîn di dilê wan de heye, hewl da wî sûcî bixin stûyê wan ciwanan.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew yek piştrast dike ku hin alî hene ku dixwazin şêniyên Şengalê derb bikin û vê sûcî ji bo şantajkirina gel û rêveberiya Şengalê bi kar bînin û azarên wan dubare bikin.

Mala Êzidiyan di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û rê li pêkanîna vî sûcî bigirin ku bi awayekî eşkere planên têkbirina îradeya Şengalê û hêzên wê yên leşkerî û civakî, nîşan dide û hate gotin: “Na ji planên derbkirina çiyayê Şengalê re. Na ji kuştina ciwanên Şengalê re.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7wRHr73fORo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>