Piştî derxistina çeteyan ji taxa Teyî yekemîn dewriyeya Rûsya û hêzên ewlekariyê

Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî ya başûrê Qamişlo, di van kêliyan de Polîsên Leşkerî yên Rûsya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyeyeke hevbeş dimeşînin.

Piştî derxistina çeteyan ji taxa Teyî yekemîn dewriyeya Rûsya û hêzên ewlekariyê
26 nîsan, 2021   11:50
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me dane, dewriye ji gelek wesayitên zirxî yên Rûsyayê pêk tê. Helîkopterên Rûsyayê jî li asîmanê herêmê û li ser nuqteyên şer digerin.

Dewriye li deverên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Teyî lê dimînin û nuqteyên şer ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li nêzî Dibistana Ebas Elawî û depoyê avê yê navendî li taxê, digere.

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn çeteyên bi navê Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî ya başûrê bajarê Qamişlo qewitandin, ev yekem dewriyeye ku tê meşandin.

Hêjayî gotinê ye ku ev dewriyeya duyemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Polîsên Leşkerîn yên Rûsyayê ye ku li taxa Teyî tê meşandin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y6ka1ceew_8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>