Polîsan êrişî HDP`iyan kir: 2 jê rojnamevan gelek kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk êrişî HDP'iyên ku dixwestin têkildarî Doza Kobanê li ber avahiya bajêr daxuyaniyê bidin, kir û 2 jê rojnamevan gelek kes binçav kirin.

Polîsan êrişî HDP`iyan kir: 2 jê rojnamevan gelek kes hatin binçavkirin
26 nîsan, 2021   10:39
NAVAENDA NÛÇEYAN

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê xwest, têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Lê belê bi dehan polîsan beriya daxuyaniyê dor li avahiya bajêr a HDP'ê girtin û ketin û derketina kolanê girtin. Piştî ku daxuyaniyê dest pê kir polîsan nehiştin ku HDP'î ji avahiyê derkevin.

Girseya ku hewl da derkeve derve û daxuyaniyê bide, bû hedefa êrişa polîsan. Nûçegihanê MA'yê Enes Sezgîn û nûçegihanên Arti TV jî di nav de gelek kes bi lêdanê hatin destgîrkirin.

(cx)