Doza Kobanê li Enqereyê dest pê kir: Li şûna parêzeran polîs dan rûniştandin

Doza Kobanê  li Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya paxtexta Tirkiyê dest pê kir. Bi hinceta ku di salona dadgehê de cih tune ye, parêzer negirtin hundir û li cihê parêzeran polîs dan rûniştandin.

Doza Kobanê li Enqereyê dest pê kir: Li şûna parêzeran polîs  dan rûniştandin
26 nîsan, 2021   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekemîn danişîna Doza Kobanê ya der barê 108 kesan de ku 28 kes girtî ne, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dest pê kir.  

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bi hinceta ku di salonê de cih tune ye, nêzî 100 parêzerên mafên mirovan negirtin hundir. Lê cihên ku diviyabû parêzer lê rûnin, polîsên hêzên taybet dan rûniştandin. Parêzerên HDP’ê xwest hemû parêzeran bigirin hundirê salonê. Lê serokê dadgehê ev daxwaza parêzeran red kir.

Tê payîn ku hevserokên giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, her wiha Alî Urkut, Cîhan Erdal, Nazmî Gur û Ayhan Bîlgen û Emîne Ayna jî bi rêya online beşdarî dadgehê bibin.

Her wiha hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî cihê wî kirine û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî dê tev li danişîna dadgehê bibin.

Ji geleke welatên cuda 11 şande dannişînê dişopînin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk û nûnerên sendîkayan jî ji bo şopandina rûniştinê li ber girtîgehê kom bûne.

PARÊZER JI SALONÊ DERDIKEVIN

Di Doza Kobanê de ji ber ku hemû parêzeran nagirin salona danişînê, di navbara parêzerên ketine salonê û serokê dadgehê de gengeşî derket. Parêzer ji eywana danişînê derdikevin.

Parêzeran xwest ku hemû parêzerên li derve tên rawestandin, bikevin salona danişînê. Serokê Dadgehê bi hinceta pandemiyê got dê tenê hejmareke parêzeran bigirin hundir. Ji ber vê parêzeran got dê tev li danişînê nebin.

GIRTIYAN PROTESTO KIR

Siyasetmedarên girtî ku navên hatin xwendin, dengê xwe dernexist. Siyasetmedarên bi rêya online jî tev lê dibin, bersiv nedan serokê dadgehê û bi çepikan çalakiyê şermezarkirinê li dar dixin.

Parêzeran jî bi çepikan heyeta dadgehê şermezar kir û li meseyan da.