Wezîrê karên derve yê Iraqê: Em girîngiyê didin îstiqrarkirina herêmê

Îro wezîrê karên derve yê Iraqê bi civîneke çapemeniyê tevî hempîşeyê xwe yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re, teqez kir ku ew girîngiyê didin îstiqrarkirina herêmê û pêşxistina têkiliyên hevkariya her du welatan.

Wezîrê karên derve yê Iraqê: Em girîngiyê didin îstiqrarkirina herêmê
26 nîsan, 2021   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi serdanek fermî gihaşt paytexta Iraq Bexdayê. Cewad Zerîf ji aliyê hempîşeyê xwe yê Iraqê Fûad Hisên ve hate pêşwazîkirin û piştre civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Fûad Hisên di civînê de teqezî bi hewldanên ji bo îstiqrara li herêmê kir û got: “Berjewendiya Iraqê li me ferz dike ku em ji bo mayîndekirina îstiqrarê li herêmê kar bikin.

Her wiha behsa têkiliyên bi Îranê re kir û got: “Hin pirsgirêk di dosyaya aboriyê di navbera her du welatan de hene. Em hêvî dikin ku bên çareserkirin û têkiliyên dualî bên pêşxistin.”

Cewad Zerîf piştî civîna bi Fûad Hisên re, bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Tê payîn Cewad Zerîf sibe serdana Hewlêrê jî bike.

(şx)