Meclisa Qamişloyê: Me pêdiviyên şêniyên taxa Teyî bi cih anîn

Cîgirê hevserokê meclisa Qamişloyê got "Me şêniyên taxa Teyî pêşwazî kirin û pêdiviyên wan pêk anîn."

Meclisa Qamişloyê: Me pêdiviyên şêniyên taxa Teyî bi cih anîn
26 nîsan, 2021   09:35
QAMIŞLO- HÊLÎN EBDULLAH

Şêniyên taxa Teyî ji ber êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî li dijî nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, beriya çend rojan ji taxa xwe derketine.

Têkildarî mijarê, cîgirê hevserokê meclisa Qamişloyê Hac Ebdullwehab Cemîl got: "Di encama sûcên çeteyên Dîfaa El-Wetenî li dijî taxa Teyî de, gelek şêniyên taxê berê xwe da derveyî taxê. Her wiha şêniyên Qamişloyê pêşwaziya wan kir û me pêdiviyên wan pêk anîn."

Cemîl destnîşan kir ku şêniyên ku ji taxa Teyî derketine, ji ber sûc û fitneyên ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî di navbera pêkhateyên li herêmê de pêk anîne, bi hêrs bûn.  Cemîl tekez kir ku meclisa Qamişloyê amade ye ku alîkariya şêniyan bike.

(dx)

ANHA