Meclisa Til Hemîsê: Em êrişên dewleta Tirk û dewleta Baasê şermezar dikin

Meclisa Til Hemîsê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hewldana çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de, şermezar kirin.

Meclisa Til Hemîsê: Em êrişên dewleta Tirk û dewleta Baasê şermezar dikin
26 nîsan, 2021   09:31
QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Til Hemîsê daxuyaniyek da raya giştî. Hevserokê meclisê Xalid El-Nayif daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê û êrişên li dijî navçeya Til Temirê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li hemberî van sûcan hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku bi bêdengiya xwe rê didin Erdoganê faşîst û çeteyên wî ku sûcên dîtir bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bûyerên li herêmê rû didin komployeke navneteweyî ye û armanca wê têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava ye ku li cîhanê bû sembol.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewletên komploger, di serî de dewleta Tirk a dagirker derfet da ajandeyên xwe anku çeteyên xwe û çeteyên Dîfaa El-Wetenî ku sivîlan bikin hedef û bitirsînin. Lê hêzên me bi lehengî li hemberî van hewldanan li ber xwe da û nehişt çeteyên Dîfaa El-Wetenî bi pêş bikevin. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn rewş kontrol kir û ewlehî vegerand taxa Teyî û ji çeteyan paqij kir.”

Di daxuyaniyê de, daxuyaniyên hinek rûspiyan hatin şermezarkirin ku hewl didin fitne û şerê navxweyî li herêmê derxin û ev yek hat xuyakirin: “Em piştgiriya gelê xwe yê li Zapê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, Til Temir û taxa Teyî dikin. Her wiha em careke din dibêjin em bi hêzên xwe yên leheng re ne ku ji bo tunekirina dagirkera Tirk û rizgarkirina herêmên dagirkirî canê xwe feda dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat  teqezkirin ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî tenê armanc dikin ku şerekî navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de yên Ereb, Kurd û Suryan derxin. Her wiha hat piştrastkirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk dê li hemberî gel dernekeve, lê belê dê li hemberî her kesê ku hewl dide ewlehiya welêt û şêniyan têk bibe, li ber xwe bide.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/W4HhiohP2ts" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>