Şêniyên Efrînê di nava ambargo û êrişan de rojiya xwe digirin

Şêniyên herêma Efrînê ji ber ambaroya ku hikumeta Şamê ferz kiriye û êrişên dewleta Tirk a dagirker zehemtiyan dikişînin. Şênî dibêjin, di dema buhabûnê de kirîna pêwîstiyên meha Remezanê pir zehmet bûye.

Şêniyên Efrînê di nava ambargo û êrişan de rojiya xwe digirin
Şêniyên Efrînê di nava ambargo û êrişan de rojiya xwe digirin
Şêniyên Efrînê di nava ambargo û êrişan de rojiya xwe digirin
Şêniyên Efrînê di nava ambargo û êrişan de rojiya xwe digirin
26 nîsan, 2021   03:21
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye û hilweşîna nirxê lîreya Sûriyê li hemberî dolar, şêniyên herêma Efrînê meha Remezanê bi buhabûneke dijwar pêşwazî lê kir, ji ber vê nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane û pêwîstiyên meha Remezanê bikirin.

Li kêleka ambargoyê, şêniyên Efrînê yên ku ji Adara 2018`an ve li kantona Şehbayê bi cih bûne, bi topbarana artêşa  Tirk û çeteyên wê re rû bi rû ne.

Têkildarî  mijarê ajansa ANHA`yê li bazara navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehbayê geriya û der barê buhabûna di meha Remezanê de, nêrînên welatiyan û dikandaran girtin.

Firoşkarê sebzeyan Hebîb Umer ê ji şêniyên navçeya Cindirêsê ya girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî, diyar kir ku liv û tevgera firotinê pir kêm e û sedema vê yekê spart buhabûnê  ku ji  ber ambargoya li ser kantona Şehbayê çêbûye

Hebîb Umer da zanîn ku hin bazirgan ambargo û meha Remezanê bi kar tînin, da ku bihaya kel û pelan bilind bikin û bang li aliyên peywendîdar kir ku ambargoya li ser kantonê rakin.

Hebîb Umer destnîşan kir  ku dema dolar dadikeve yan jî bilind dibe, bihaya kel û pelan wekî xwe dimîne û welatî nikarin di rojên Remezanê de pêwîstiyên xwe bikirin. Hebîb Umer ev xal li gotina xwe zêde kirin: "Kîloya baçanan gihaşt hezar lîreyî, êdî bi vê buhabûn  û xelayê  tu kes nikare bikire."

Umer îşaret bi topbarana artêşa Tirk û gera balafirên wê yên li ser kantona Şehbayê kir û got: "Ev yek bandorê li tevgera bazarê dike, di encamê de hilweşandina wê zêdetir dike, ji lew ma ne kirîn û ne firotin heye."

/kr/uploads/files/2021/04/25/195431_-.webp

Cemîle El-Eqîl ji beriya sê salan ve ji  bajarê  Babê koçberî kantona Şehbayê bûye destnîşan kir ku bi hatina meha Remezanê re, ji ber vê xelayê ew zehmetiya dabînkirina pêwîstiyên malê dikişînin. Cemîle di dawiyê de da zanîn ku tevî ew kar dikin, lê dîsa jî têra peydakirina hewcedariyên wan nake.

/kr/uploads/files/2021/04/25/195453_-.webp

Welatiyê bi navê Ebdulmecîd El-Ilêwî yê ji şêniyên kantona Şehbayê axivî û ev xal rêz kirin:"Êdî her tişt buha bûye, em nema karin tu pêwîstiyan ji malê re bikirin, ji ber ku xela nahêle em debara malê bikin."

Ilêwî di dawiyê de îşaret bi rewşa debarê kir û got: "Li hemû herêmên Sûriyê rewş dijwar bûye, nexasim li Şehbayê ku welatî zehmetiya koçberkirin û şer dikişîne."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4junw1qii6Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>