Kurdiyar Dirêî: Tecrîda li ser rêber Ocalan tecrîda li ser tekoşîna gelê Kurd e

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî diyar kir ku tecrîda ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, girêdayî siyasetên navneteweyî ye û got: " Armanca ji vê yekê çemberkirina doza kurdî, hiştina herêmê di nava krîz de ye."

Kurdiyar Dirêî: Tecrîda li ser rêber Ocalan tecrîda li ser tekoşîna gelê Kurd e
26 nîsan, 2021   04:33
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ji dema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan ve ku 15`ê Sibata 1999`an bi komployeke navneteweyî pêk hatibû, dewleta Tirk tecrîdê li ser wî ferz dike, wî ji mafên wî û hevdîtina bi parêzer û malbatê bê par dike.

Civak û siyasetmedar dibêjin  ku armanca tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dûrxistina wî ji gelê wî ye û di şexsê wî de dixwazin doza kurdî têk bibin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî axivî û got:"Rêber Abdullah Ocalan ne rêberekî tevgerekê yan jî partiyekê ye, lê belê ew fîlozofê mirovahî û çareseriya pirsgirêkên hemû gelan e." Dirêî diyar kir ku doza rêber Ocalan dozeke mirovahî ye, ji ber ku rêbertî hewl dide jiyana hebeş û wekheviyê di navbera gelan de misoger bike.

Dirêî bal kişand ser armancên navneteweyî yên ji tecrîdê û got: "Ev komplo ne tenê bi destên dewleta Tirk têk kirin, di heman demê de destên hemû dewletên mezin tê de heye."

Rêber Abdullah Ocalan di parêznemaya xwe ya pêncemîn de destnîşan dike ku Konferansa Qahîrayê ya 1921`ê ku hêzên hegemonîk beşdarî wê bûn, li ser stratejiyekê li hev kirin ku Kurd bê çareserî bimînin.

Dirêî komploya navneteweyî û tecrîd wekî heqareta li tevahiya gel û mirovahiyê bi nav kir.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ev yek li gotina xwe zêde kir: "Rêber Ocalan wekî dozeke mirovahî û kurdî ye ku di girtîgeha Îmraliyê de girtiye, ji lew re divê yekser parêzerê wî hevdîtinê pê re bike û rêxistinên hiquqî û mirovî berê xwe bidin Îmraliyê, her wiha divê dadgeh û Komseriya Ewropa bi berpisyariyên xwe rabin."

Rêber Abdullah Ocalan peywendiya bi birayê xwe Mehmed Ocalan re ku 26`ê Adara derbasbûyî bi rêya telefonê çend deqeyan dirêj kiribû, beriya ku desthilata Tirk axaftinê bibire, Rêber Ocalan ev peywendî wiha wesif kiribû:"Şaştiyeke û pirr xeter e." Rêber Abdullah Ocalan gotibû ku divê hevdîtin bi rêya parêzeran re pêk were.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî bang li rewşenbîran kir ku her tim bi fikir û pênûsên xwe banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku doza rêber Ocalan dozeke mirovî ye û fikirî ji aloziyên li Rojhilata Navîn re çareserî ye, divê rewşenbîr li hemberî siyasetên Tirkiyê yên li djiî rêber Ocalan ne bi axaftinan lê bi xebatê xwedî helwest bin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tMRvm5wbduk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>