Çeteyên Dîfaa El-Wetenî sivîlan dikin hedef

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî piştî ku di êrişên xwe yên li ser nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bi bin ketin, sivîlên taxa Teyî dikin hedef da ku hêzên ewlekariyê tawanbar bikin.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî sivîlan dikin hedef
25 nîsan, 2021   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê piştî ku agirbest bin pê kir û êrişên wê yên li ser nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin têkbirin, sivîlên li taxa Teyî dikin hedef.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî gule li şêx Eyûb El-Yesarî û keça wî Xaliya El-Yesarî reşandin, da ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi vê yekê tawanbar bikin, nemaze piştî ku hêzên ewlekariyê di daxuyaniya xwe ya dawî de bang li şêniyên taxê kir ku vegerin malên xwe û soza parastina wan da.

Li taxa Teyî şer bi awayekî dem dem didome.

ANHA