Kesên nenas nobedarê avahiya Meclisa Bajarokê Hecînê kuştin

Kesên nenas nobedarê avahiya meclisa rojhilatê gundewarê rojhilatê Dêrazorê, bi guleyan qetil kirin.

Kesên nenas nobedarê avahiya Meclisa Bajarokê Hecînê kuştin
26 nîsan, 2021   07:27
DÊRAZOR

Ciwanê bi navê Mihemed Elî El-Hebis ê 27 salî ku wekî nobedarê avahiya meclisa rojhilat, li bajarokê Hecînê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê kar dike, kuştî li ber rêya giştî ya bajarokê hate dîtin.

Nûçegihana me diyar kir ku bûyer duh di saet 23:30`an de dema ku El-Hebis ji meclisa rojhilat derket û ber bi mala xwe ya li taxa Ebû Xatir ve diçû, hate qetilkirin.

(dx)

ANHA