Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pakrewangehek hate vekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan, li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pakrewangehek vekir. Her wiha cenazeyê 4 şehîdan ku li Goristana Şehîdan a Hesekê hatin veşartin, veguhestin pakrewangeha nû.

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pakrewangehek hate vekirin
Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pakrewangehek hate vekirin
Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pakrewangehek hate vekirin
Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pakrewangehek hate vekirin
Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pakrewangehek hate vekirin
Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pakrewangehek hate vekirin
Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pakrewangehek hate vekirin
25 nîsan, 2021   15:28
DÊRAZOR

Bi boneya 25'ê Nîsanê Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê  li bajarokê Ebû Heman ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê pakrewangehek vekir.

Bi sedan şên, di nav de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûpiyên herêmê beşdarî merasîmê vekirina pakrewangehê bûn.

/ar/uploads/files/2021/04/25/144138_ryan-alshnan.webp

Merasîm bi torana leşkerî dest pê kir. Bi navê hêzên leşkerî ji fermandarên QSD'ê yên Dêrazorê Reyan Şenan axivî, behsa fedekariyên şehîdan û berdêlên ku di oxira azadî, aramî wekhevî û jiyana hevbeş de dane, kir.

/ar/uploads/files/2021/04/25/144208_mhmd-alamyr.webp

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulxenî El-Lewha jî got: "Em bi şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serbilind din, em ê soz didin ku em ê li ser xeta wan bin heta armancên wan pêk bînin."

Di merasîmê de, bi navê meclisa xeta gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Mihemed El-Umeyir got: "Fedekariyên şehîdan vîna me xurtir kir û jiyana azad û bi rûmet pêk anî."

Piştî axaftinan, cenazeyê şehîd; Mihemed El-Remedan, Himêdî Ferec El-Cexcax, Elî Mihsin El-Fedî û Beşar El-Hisên ku ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê û li goristana Şehîdan a Hesekê hatibûn veşartin, veguhestin goristana nû.

ANHA