Kongreya Star êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermzar kirin

Koordînasyona Kongreya Star êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metîna şermezar kirin û got: "Gerîla pêşengên me ne, em ê heta dawiyê şopdarên xeta wan bin."

Kongreya Star êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermzar kirin
25 nîsan, 2021   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker êrşiên xwe yên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Matîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê didomîne. Di van êrişan de çekên giran û balafirên şer bi kar tînin. Li hemberî van êrişan gerîla berxwedanên lehengî raber dikin.

Têkildarî mijarê, Koordînasyona Kongreya Star daxuyanî da û got,  artêşa Tirk 24'ê Nîsana 2021'an bi fermana desthilata faşîst êrişên hovane li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê "Gerîla"da destpêkirin.

Koordînasyonê berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dewleta Tirk silav kir û got: "Ji beriya 30 salan ve dewleta Tirk êrişî çiyayên Kurdistanê dike, êriş tên têkbirin û dîrok şahidê vê yekê ye. Çawa şervanên azadiyê êrişên Tirkiyê yên li ser herêma Zapê şikandin, îro êrişên li ser heman herêmê têk dibin."

Koordînasyona Kongreya Star destnîşan kir ku "Armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina tevgera azadiyê û qirkirina gelê Kurd e, mîna çawa ku êrişên dagirkirinê li Rojava da destpêkirin da ku projeya demokratîk û jiyana azad a gelê Kurd têk bibe. Gotina Erdogan a 'Şatiya ku me li Bakurê Iraqê kir wê li Bakurê Sûriyê dûbare nebe' îsbata vê yekê."

Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş û dagirkirina heyî ya li herêmên Başûrê Kurdistanê di kesayeta hêzên gerîla de  li dijî tevgera azadî ya kurdî ye û wiha hate domandin: "Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê dibêje ku ev êriş ne PKK û hêzên gerîla dikin armanc, lê armanc dagirkirina Kurdistanê ye, heger dagirkerî li hemû parçeyên Kurdistanê neyên bidawîkirin wê êrişên dewleta Tirk ên li ser jiyan, hebûn azadî û demokrasiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi dawî nebe."

Koordînasyona Kongreya Star ev êriş şermezar kir û got: "Em ji tevahî cîhanê re dibêjin ku gerîla pêşengên me ne, em ê heta dawî şopdarên xeta wan bin."

ANHA