Rûspiyên Helebê qetilkirina Hayis El-Ciriyan şermezar kir

Rûspiyên Helebê qetilkirina şêx Hayis El-Ciriyan şermezar kir û got wî dixwest tevliheviya ku hin aliyan li taxa Teyî ya Qamişlo derxist, çareser bike.

Rûspiyên Helebê qetilkirina Hayis El-Ciriyan şermezar kir
25 nîsan, 2021   13:01
HELEB

Komîteya rûspiyên Helebê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro der barê qetilkirina şêx Hayis El-Ciriyanji de ku ji aliyê çeteyên Dîfa El-Wetenî ve di 23`yê Nîsanê de hate qetilkirin, daxuyaniyek da. Bi dehan rûspiyên taxê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê endamê komîteyê Umer El-Şamî ve li pêşiya navenda komîteyê ya li taxa Şêxmeqsûd hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku şêx Hayis El-Ciriyan sembola mirovahî û başiyê bû, dixwest tevliheviya ku ji aliyê hin alî û hikumetan ve li taxa Teyî ya bajarê Qamişlo derket û destekdayîna wan ji Dîfa El-Wetenî re vemirîne.

Her wiha hate destnîşankirin ku şehîd şêx Hayis El-Ciriyan bû armanca guleya îxanetê da ku milîsên Dîfa El-Wetenî bi vê yekê ragihînin ku ew însiyatîfa ji bo lihevanînê naxwazin û bê aramî û tirsa di nava sivîlan de û xizmeta dewletên ku dixwazin aloziya Sûriyê dirêj bibe, berdewam bikin.

Di dawiyê de sûcên ku li dijî şêx û rûspiyên eşîran, hatin şermezarkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iPlEPajnUOc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>