QSD’ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi boneya Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyameke nivîskî da û got “Em bi mebesta 25’ê Nîsanê Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şexsê şehîdên Qereçoxê de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin.”

QSD’ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn
25 nîsan, 2021   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di peyama xwe de wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker di 25’ê Nîsana 2017’an de li hember çiyayê Qereçoxê êrişek pêk anîbû û di vê êrişê de 20 şervanên YPG û YPJ’ê şehîd ketibûn. Armanca vê êrişê ev bû ku pêşketina me ya li hember DAIŞ’ê asteng bike û derbeyekê li têkoşîna azadî û demokrasiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe. Dewleta dagirker êrişên xwe yên bi vê armancê sala 2018’an li Efrînê, sala 2019’an jî li Serêkanî û Girê Spî berdewam kirin.

‘TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YA GELÊN ME BI AWAYEKÎ XURTTIR BERDEWAM DIKE’

Di têkoşîna li hember terora DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk de, gelê Kurdistan û gelên Sûriyê berdelên pir mezin dan û bi sedan keç û lawên xwe feda kirin. Di encama vê têkoşînê de DAIŞ di herêmê de di aliyê fizikî de hat tunekirin û têkoşîna me li hember terora DAIŞ’ê derbasî qonaxeke nû bû. Di armanca êrişên dewleta dagirker a li dijî çiyayê Qereçoxê de jî lewazkirina vê hêza têkoşînê û astengkirina pêşketinan hebû. Lê îro ruxmî hemû hewldanên astengkirinê jî têkoşîna azadî û demokrasiya gelên me li hember dagirkerî û her cure paşverûtiyê bi awayekî xurttir berdewam dike.

‘DÎFAA EL-WETENÎ JI BO XIRAKIRNA ARAMÎ Û EWLEHIYÊ, PROVOKASYONAN DIKE’

Wekî tê zanîn di rojên dawî de, li bajarê Qamişloyê ji ber provakasyonên koma Dîfaa El-Wetenî, di navbera wan û hêzên Asayîşê de cih bi cih pêvçûn diqewimin. Koma Dîfaa El-Wetenî ji bo aramî û ewlehiyê xirab bike, demeke dirêj e provokasyonan dike. Di pêvçûnên ku piştî provakasyona dawîn qewimîn de hem ji endamên Asayîşê hem jî ji gel şehîdên me çêbûn. Dîsa yek ji pêşengên qebîleya Benî Seba, Hayîs El Ciriyan, ji ber hewldanên xwe yên aştiyane ji aliyê koma Dîfaa El-Wetenî ve hat şehîdxistin. Em ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Em careke din hevrêyên xwe yên ku di 25’ê Nîsana 2017’an de şehîd ketine bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din diyar dikin ku ji bo gelên xwe û destkeftiyên gelên xwe biparêzin bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe ya li hember paşverûtî û dagirkeriyê bilindtir bikin.”