Îranê rakirina gav bi gav a cezayan red kir

Çavkaniyek nêzî tîma dan û standinan a Îranê got Tehran bi israr e ku tevahî cezayên Amerîkayê werin rakirin û her gavek li ser bingeha rakirina gav bi gav a cezayan qebûl nake.

Îranê rakirina gav bi gav a cezayan red kir
25 nîsan, 2021   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji televîzyona Press TV a hikumeta Îranê re got: "Siyaseta Îranê di mijara rakirina ambargoya DYA’yê de nehatiye guhertin, divê hemû qedexe werin rakirin."

Her wiha diyar kir ku Îran tekez dike ku divê ambargoya ku di dema serokê berê yê DYA'yê Donald Trump de li ser Îranê hate ferzkirin, were rakirin. Çavkanî wiha domand: "Tehran gelek caran tekez kir ku ew nexşerêyekê li ser bingeha rakirina ambargoyê a gav bi gav, qebûl nake."

Di demên dawîn de li Viyanayê dan û standinên ji bo vejandina peymana nukleerî ya di navbera DYA, Brîtanya, Fransa, Çîn, Rûsya û Almanyayê de didomin.

(dx)