Komîteya Aborî ya Til Hemîsê pirsgirêka nan çareser dike

Komîteya Aborî ya Meclisa Navçeya Til Hemîsê çareseriyeke guncaw ji pirsgirêka nan re dît. Ev çareserî ji aliyê şêniyan ve hate pêşwazîkirin. Komîteyê vê pirsgirêkê li gundên navçeyê jî çareser dike.

Komîteya Aborî ya Til Hemîsê pirsgirêka nan çareser dike
25 nîsan, 2021   06:44
QAMIŞLO-ŞIHAB EHMED

Di demên dawî de şêniyên Til Hemîsê der barê kêmbûn û nebaşbûna kalîteya nan de gilî dikirin. Şêniyan sedema vê pirsgirêkê spart ku xwendiyên hin firnan bi kalîte û miqdarê nan dilîzin. Ji ber vê yekê Komîteya Aborî ya Til Hemîsê rewşa meclisên herêmî yên girêdayî navçeyê ji nêz ve şopand, her wiha serdana malan kir û li giliyên navçeyê guhdar kirin. Komîteyê xerckirina nanê rojane yê her malbatekê nirxand û li gorî wê belav kir.

14 komîn girêdayî Til Hemîsê ne û nan ji 11 firinan kom dike, jê 3 firin li navenda navçeyê ne ku bi rêya wekîlan nan tê belavkirin, lê gelek caran nan têra şêniyên navçeyê nedikir.

Endamê Komîteya Aborî ya Til Hemîsê Hisên Ehmed diyar kir ku ji bo birêxistinkirina belavkirina nan, komîteyê serjimariya hemû meclis, malbatên girêdayî wê, hejmara wan û dabînkirina nan li gorî hejmara gel dubare belge kir da ku kêmanî yan jî pirsgirêk di belavkirinê de dernekeve.

Ehmed da zanîn ku ev xebat li ser bingeha gilî û gazinên şêniyên navçeyê yên ku dihatin meclisa navçeyê pêk hat û dê heman çareserî li gundewarên ku ew jî gazinan ji kêmbûna nan an jî kalîteya wê dikin, pêk were.

Hisên Ehmed got: “Şêniyên navçeyê ev gav pêşwazî kir, parên wan bi awayekî pergalkirî û domdar digihêje wan, mirov dikare bibêje ku li navenda navçeya Til Hemîsê serî sedî 90 pirsgirêka nan çareser kir."

Li aliyekî din jî cîgirê Hevserokatiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê Selah Zêdan axivî û got Nivîsgeha Zimhêrê ya girêdayî Komîteya Aborî dê xebata belavkirina nan bişopîne û ev gav heta asteke baş nan ji şêniyan re peyda kir. Selah Zêdan piştrast kir ku kalîte û kîloyên nan ji berê baştir bûye û dê di demên pêş de pirsgirêka nan çareser bibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jpxhTWe4zjk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>