Artêşa Tirk li hemberî gerîlayan gaza jehrî bi kar anî

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Girê Mamreşo yê li dijî çeper û tunelên gerîlayan hate şikandin. Artêşa Tirk gaza jehrî bi kar anî.

Artêşa Tirk li hemberî gerîlayan gaza jehrî bi kar anî
24 nîsan, 2021   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

li gorî ANF'ê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qadên Avaşîn, Zap û Metîna yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê rastî berxwedana gerîlayan tê.

ANF'yê ragihand ku leşkerên Tirk dema ku xwe berdan Zendûrayê Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal çalakiyek kir.

her wiha diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li Girê Mamreşo ya Avaşînê xwest bikeve çeper û tunelên şer ên gerîlayan. Gerîlayên HPG û YJA-Starê ev êriş şikandin.

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan gaza jehrî bi kar anî.