Rêveberiya Xweser 25’ê Nîsanê wek ‘Roja Şehîdan’ ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja 25`ê Nîsanê wek "Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand.

Rêveberiya Xweser 25’ê Nîsanê wek ‘Roja Şehîdan’ ragihand
24 nîsan, 2021   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera êrişa dewleta Tirk a dagirker 25`ê Nîsana 2017`an li ser çiyayê Qereçox a herêma Dêrikê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser got ji bo bîranîna şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êdî 25`ê Nîsanê bûye ‘Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê’.

Detayên daxuyaniyê wiha ne:

"Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava bi şoreşa xwe tê naskirin ku rêgezên xwe parastin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî û nenavendî û ji bo parastina aştiya navxweyî, jiyana hevbeş û biratiya gelan rêgezên xwe parastin. Di vê şoreşê de keç û xortên pêkhateyên cuda yên herêmên Rêveberiya Xweser fedekariyên bêhempa pêşkêş kirin.

Ev fedakariyên ku şehadet pila wê ya herî bilind e, ji rêgezên bingehîn ên xebatan in ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne meşandin. Em wê wek rêyekê di hemû şert û mercan û deman de dipejrînin da ku armancan pêk bînin ku ciwanên me ji bona wê canê xwe feda kirin. Tenê bi şopandina rêya wan şehîdan em dikarin bi ser kevin û hêviyên gelê xwe pêk bînin.

Ji bo hemû şehîdên ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kirin û şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Qereçoxê di 25`ê Nîsana 2017`an de bi bîr tînin ku bû destpêka mudaxeleya dewleta Tirk a yekser di herêmê de ji bo berfirehkirina dagirkeriya. Wê demê gelê me fedakariyên bêhempa nîşan dan heta ku DAIŞ`ê tune kirin, êdî serkeftina ku li Baxozê di 23`yê Adara 2019`an de bi dest xistiye, pîroz kir. 

Ji bo bîranîna şehîdên me yên leheng û li ser bingeha şopandina rêya wan, wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em roja 25`ê Nîsanê wek 'Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" radigihînin. Em ê her tim şopdarên wan bin û dê vîna xwe ji mîrasa wan a leheng bigirin. Dê bi vê hêz û vînê herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û hêviyên gelê xwe yên azadiyê û demokrasiyê pêk bînin."

(şx)