Yekitiya Rewşenbîran banga piştgiriya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re kir

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî xizmeta dijminên aştî, biratî û jiyana hevbeş dikin û bang kir ku piştgiriyê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Yekitiya Rewşenbîran banga piştgiriya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re kir
23 nîsan, 2021   12:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê têkildarî êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlan ên li Qamişloyê daxuyaniyek da.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku di encama êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li dijî bendeke kontrolê ya hêzên asayîşê de endamek şehîd bû û şer di navbera her du aliyan de derket.

Yekitiyê destnîşan kir ku ji lihevkirinên Rûsya, Tirkiyê û hikumeta Şamê ne cuda ne, hemû têkbirina ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derxistina tevlihevî û fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de armanc dikin û ji ber wê Şêx Hayis El-Ciriyan hate kuştin.

Yekitiyê diyar kir ku ew piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin.

Her wiha yekitiyê bang li tevahiya hêzên nîştimanî û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku rastiya armancên kirêt û tirsonak ên çeteyên Dîfaa El-Wetenî nas bikin û piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin.

Yekitiyê bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn jîkir ku li pêşiya komployên li dijî herêmê li ber xwe bidin.

(şx)