Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in

Rojnamgerên jin bi pênûs û enerjiya xwe xeta ragihandina azad a şehîd Gurbetelî Erso dişopînin û dengê bi mîlyonan jin ji raya giştî re radighînin.

Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in
Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in
Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in
Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in
Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in
Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in
Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in
Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in
Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in
Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in
Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in
Têkoşîna jinan a di rojnamgeriya kurdî mîraseya bi hezaran rojnameger in
23 nîsan, 2021   01:49
QAMIŞLO – SILAVA EBDULREHMAN

22'yê Nîsanê salvegera 123'an a Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Di 22'yê Nîsana 1898'an de rojnameya yekemîn a kurdî bi navê "Kurdistanê" ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedirxan ve hat derxistin.

Dîroka rojnamegeriya kurdî ya li Rojava û Sûriyê ji dema derketina rojnameya Hewarê ve dest pê dike, ku di 15`ê Gulana 1932`an de bi zimanê kurdî ji aliyê mîr Celadet Bedirxan ve derket, wê demê ev rojname bi ruxseta hikumeta Şamê derket û wekî rojnameya yekemîn a ku bi tîpên kurdî yên  latînî hatibû nivîsandin, hate derxistin.

Di derketina rojnameya kurdî de jinên Kurd roleke sereke lîst, ji van jinan Rewşen Bedirxan e ku ji destpêka derketina rojnameya yekemîn bi zimanê kurdî ku Rojnameya Kurdistan bû tev li xebatên belavkirin û nivîsandinê bû.

Rojnameya Kurdistan a ku îşaret bi çanda kurdî dikir, piştî hejmara 57`an derket, di 15`ê Tebaxa de hate rawestandin, paşê ji ber siyaseta înkarkirin û qirkirina gelê Kurd, hemû rojname û kovarên kurdî hatin rawestandin û rojnameya kurdî bi çewisandina ji aliyê desthilatan ve rû bi rû ma, ji ber vê yekê xebata rojnamegeran bi awayî veşartî dihat kirin.

Bi damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, derfet li pêşiya jinan vebû da ku roleke mezin di qada ragihandinê de bilîzin. Jina têkoşer Sakîna Cansiz di vê qadê de gavên mezin avêt û roleke mezin di eşkerekirina êrişên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê de lîst.

Têkoşîna  jinan a di qada çapemeniyê bi Zeynep Erdem, Gulnaz Karataş  û  Gurbetelli Ersoz berdewam kir, paşê têkoşîna wan ji bo jinên Kurd bû xetek, piştre Şîlan Aras, Deniz Firat, Nûjiyan, Dilşan Îbiş û bi dehan jinên din da ser şopa wan û di vê rêyê de bûn meşle.

ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ GAVEKE DIYARKER DI DÎROKA ROJNAMEGERIYA KURDÎ DE BÛ

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya 2012`an ku li Rojavayê dest pê kir, jinan bi hejmareke mezin cihê xwe di qada çapemeniyê de girt û roleke sereke di qadên şer de lîst, her wiha di şopandina bûyerên li kolanan û li nivîsgehên kar jî heman rol lîst.

Li Rojavayê Kurdistanê gelek saziyên çapemeniyê "Dîtbarî, guhdarî û nivîskî" hatin avakirin, nexasim ên  taybet bi jinan wekî JIN TV ku li ser asta cîhanê ya duyemîn e, Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) û Radyoya Star.

Ev deztgehên çapemeniyê bi awayekî aktîf agahiyên têkildarî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digihîne cîhanê û banga têkoşîna li dijî zihniyeta paşverû û pîvanên civakî yên ku jinan diçewisînin dike.

JI SEDÎ 65 XEBATKARÊN DESTGEHÊN ÇAPEMENIYÊ JIN IN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê saziyên çapemeniyê bi hejmara jinan tê naskirin ku ji sedî zêdetir 65 e.

Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif ji ajansa me re diyar kir ku di Şoreşa Rojava de jinên rojnameger ji bo eşkerekirina rastiyê, asta têkoşîna xwe isbat kir û dengê jinan û azara wan, nexasim jinên koçber ên ji herêmên dagirkirî hatine yên wekî Efrîn û Serêkaniyê  gihandin cîhanê.

Evîn Yûsif da zanîn ku ew wekî Yekitiya Ragihandina Azad peywendiyan bi gelek aliyên çepemeniyê yên navneteweyî û erebî re yên ku girîngiyê didin jinan datînin û got:"Hejmareke biçûk ji saziyan girîngiyê dide çapemeniya jinan, em jî  ji aliyê xwe ve peywendiyan bi wan re çêdikin ku tev li tecrûbeya çapemeniya jinan bibin, di qada çapemeniyê de beriya niha me bi hevkariya van saziyan re çend perwerdeyên taybet bi jinan vekirin."

Evîn Yûsif destnîşan kir ku ragihandin amûra naskirin û pêşketina çandî ya her netewe an gelekî û ev xal li gotina xwe zêde kirin:"Divê berfireh bibe û peywendî berdewam bike, da ku xwe bigihînin hemû gelan, nexasim ku em di serdema globalîzmê, belavkirina çanda mafên mirovan û şoreşa peywendiyan de ne."

Evîn îşaret bi girîngiya çapemeniyê kir û got:"Gelê Kurd ê ku erdê wî di nava çend dewletan de hatiye parçekirin, bi rêya ragihandinê rastiya xwe nas kir."

ÇEWISANDIN

Di dirêjahiya hikumê hikumeta Şamê de li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber çewisandina ku rejîmê li dijî gelê Kurd, tevgerên siyasî û çandî dida meşandin, tu liv û tevgera çapemeniya kurdî derneket holê, ji ber vê çapemenî di çarçoveya saziyên nêzîkî desthilata li Şamê de ma.

Pêşkêşvana bernameya "Gotûbêj" a kanala Jin TV Dicle Êto ji ajansa me re axivî û got: "Ji ber siyaseta hikumeta Şamê rojnamegeriya kurdî li Rojavayê Kurdistanê sînordar ma, lê dîsa jî gelek rojnameger, kovar û rojname derketin, tevî zexta ku di wê demê de dihat kirin jî,  nivîskar û helbestvanên jin derketin, jê Nûrî Dêrsimî û mîr Celated Bedirxan ku pêşengên gelê Kurd in.

Li aliyekî din jî di wê demê de jinan di qada çapemeniyê de roleke aktîf lîst, ji wan Rewşen Bedirxan ku çand û dîroka Kurdistanê nivîsand, hezkirina wê ya ji çapemeniyê re zêdetir bû û rêwîtiya xwe ya di qada rojnamegertiyê de berdewam kir."

Dicle Êto sedema nederketina navên jinên din di dîroka çapemeniya kurdî de spart siyaseta çewisandin, qirkirin û zexta li ser jinan.

RASTIYA JINAN A DI NAVA ÇAPEMENIYA KURDÎ DE

Li Rojavayê Kurdistanê jinan roleke diyarker di pêşxistina qada çapemeniyê de lîst, hin jin bûn pêşkêşvanên bernameyan, hin jî bûn nûçegihan û editor û li gorî rewşa ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas bû, gavên erênî avêtin û rewşa heyî ji raya giştî re ragihand.

Dicle diyar kir ku bi şoreşê re tevî ku di qada çapemeniyê de kesên pispor tune bûn jî, lê çapemeniya kurdî bi pênûsa ciwanan careke din geş bû, ev jî bi rêya  avakirina saziyên çapemeniyê û eşkerekirina rastiya ku li herêmê diqewime pêk hat.

Rojnamevan Dicle Êto da zanîn ku siyaseta înkarkirin û çewisandina mafên gelê Kurd û mafên jinên Kurd bi taybet, hişt ku jin bi destpêka Şoreşa Rojava re tev li qada çapemeniyê bibin û got: "Bi pênûs û rêxistinbûyîna xwe em ê li dijî pergalên totalîter û pergala netewe-dewletê derkevin."

BI DEHAN JIN QELEMA GURBETELLI ERSOZ RAKIR

JINHA di demeke kurt de hate avakirin ku li Rojhilata Navîn ajansa nûçeyan yekemîn bû, tevahiya endamên wê jin in, her wiha kanala Jin TV jî li ser asta cîhanê kanala duyemîn a jinan e.

Dicle Êto da zanîn ku ev her du destgehên çapemeniyê ji jinên li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê re bû dengek, lewma mirov tê digihêje ku bi  dehan jinên rojnameger pênûsa şehîd Gurbetelli Ersoz rakirine.

ROLA JINÊN ÊZIDÎ

Li dijî civaka Êzidî 74 fermanan pêk hatin û ya herî dawî jî di Tebaxa 2014`an de bû, dema ku çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê rasterast jin û zarok kirin armanc. Li gorî belgeyên saziyên êzidiyan zêdetirî 5 hezar jinên êzidî di wê fermanê de hatian revandin.

Bi armanca derxistina dîrok û çand jinên êzidî, her wiha êş, azar û komkujiyên ku di pêvajoya dîrokê re tê re derbas bûne, bernameya Cil Kezî tê weşandin û îşaretê bi çand û rewşa êzdiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Nûçegihan û pêşkêşvana bernameya "Cil Kezî" ku li ser Çira TV  weşanê dike Şînda Ekrem diyar kir ku di pêvajoya dîrokê de civaka êzidî hatibû paşguhkirin û rastî tundiyê hatibû, nexasim jina êzidî, ji ber vê yekê wê xwest bi rêya bernameya "Cil Kezî" azara ku civaka êzidî kişandine raxîne ber çavan û balê bikşîne ser berxwedana jinan.

(eh)

ANHA