Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî sivîlek qetil kir û 3 jî birîndar kirin

Çavkaniyekî herêmî ji hundirê kantona Girê Spî ya dagirkirî daxuyand ku di encama pevçûna navbera şêniyên eşîra Tewabile û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li sûka bajarokê Hemam Tirkmen de welatiyê bi navê Hemod El-Zîbe jiyana xwe ji dest da û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî sivîlek qetil kir û 3 jî birîndar kirin
22 nîsan, 2021   19:58
EYN ÎSA

Li gorî çavkanî, di encama pevçûna navbera şêniyên ji eşîra Tewabile û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li sûka bajarokê Hemam Tirkmen de welatiyê bi navê Hemod Mihemed El-Zîbe jiyana xwe ji dest da û 3 sivîlên dîtir jî bi giranî birîndar bûn.

Heman çavkanî eşkere kir ku piştî Hemod birîndar bû, yekser rakirin nexweşxaneyeke dewleta Tirk û li wir jiyana xwe ji dest da.

(fr)

ANHA