QSD`ê li rojhilatê gundewarê Dêrazorê çeteyek girt

Hêzên Sûriya Demokratîk îro ragihand ku hêzên wan li bajarokê El-Siwer ê li rojhilatê Dêrazorê çeteyekî şaneyên DAIŞ`ê girtiye.

QSD`ê li rojhilatê gundewarê Dêrazorê çeteyek girt
22 nîsan, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), hêzên wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî çeteyek ku pê re gelek çek û cebilxane hebûn, girtiye.

Duh QSD`ê li ser malpera xwe ragihandibû ku di rojekê de di 2 operasyonên ewlehiyê yên li Qamişlo û Dêrazorê de 2 çeteyên DAIŞ`ê girtine, yek ji bajarokê Til Hemîsê yê Qamişloyê bû û yê din ji gundê El-Sebha yê Dêrazorê bû.

Ji ber tevgerên zêde yên şaneyên terorîst li herêmê û hedefgirtina sivîlan û karmendên warê xêrxwaziyê û rêxistinên mirovî, QSD`ê dest bi operasyonên lêgerînê kiriye.

(dx)