Li Qamişloyê  rewş bêdeng e

Piştî çend saetan ji şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û "Dîfaa El-Wetanî" de li niha Qamişloyê aramî serwer e.

Li Qamişloyê  rewş bêdeng e
21 nîsan, 2021   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Qamişloyê piştî şerê dawî yê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û "Dîfaa El-Wetanî" de, ji saet 19:00'an ve rewş bêdeng e.

"Dîfaa El-Wetanî" yên girêdayî hikumeta Şamê duh ji taxa Tayî êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya Wehda kir, di êrişî de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bû. Li ser bersivdayîna şer derket.

ANHA