Rêveberiya Xweser belavkirina alîkariyan didomîne

Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Rêveberiya Xweser ‎a Bakur û Rojhilata Sûriyê digel berbelavbûna vîrusa Koronayê û qedexeya giştî ya li herêmê, paketên xwarinê li malbatên xizan û hewcedar belav dike.‎

Rêveberiya Xweser belavkirina alîkariyan didomîne
22 nîsan, 2021   04:29
REQA

Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Rêveberiya Xweser ‎a Bakur û Rojhilata Sûriyê bi armanca sivikkirina bandora qedexeya giştî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi rasthatina meha Remezanê re, alîkariyan li malbatên xizan û hewcedar belav dike. Desteyê ji yekşema borî de bi rêya komîteyên ka rû barên civakî û xebatê yên rêveberiyên paketên xwarinê belav dike. ‎

Paket ji şekir, zeyt, ard û gelek madeyên bingehîn pêk tê.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî ji ANHA'yê re diyar kir ku ev paket wek alîkarî li ‎malbatên xizan û karkerên ku di şert û mercên ‎qedexeya derketina derve ya giştî de karên wan sekinîne, ‎hatin belavkirin.‎

El-Maşî destnîşan kir ku bi hatina meha ‎Remezanê re wan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilata ‎Sûriyê paketên xwarinê belav kirin û beriya meha Remezanê jî alîkarî ‎dan gelek malbatên xizan .‎

El-Maşî da zanîn ku desteyê lêkolînên pêşî li ser malbatên hewcedar û xizan hatine çêkirin  û mekanîzmeya belavkirinê bi rêya têkiliya yekser a di navbera deste û komîteyên kar û barên civakî û xebatê yên rêveberiyên xweser û sivîl ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat.

El-Maşî anî ziman ku alîkarî li gorî lîsteya navan a ku berê ji hêla meclisan ‎û malên gel ve hatiye amedekirin bi rêya komîte, meclisên ‎herêmî û malên gel ên li tevahî herêmên Bakur û Rojhilata ‎Sûriyê tên belavkirin.‎

El-Maşî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê ‎belavkirina alîkariyan li şêniyên Bakur û Rojhilata ‎Sûriyê re berdewam bikin û dê di demeke pêş de ‎hemleyeke din a belavkirina alîkariyê dest pê bike.

‏(dm‏)

ANHA