Li Dêrikê pêngava dezenfektekirinê

Ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusa koronayê, Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê pêngaveke berfireh a paqijkirin û dezenfektekirina kolan û sûkên bajar da destpêkirin.

Li Dêrikê pêngava dezenfektekirinê
21 nîsan, 2021   13:07
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19), qedexeya derketina derve ragihand.

Nivîsgeha Tenduristiyê ya Şaredariya Gel a Dêrikê ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusa koronayê pêngaveke dezenfektekirina kolanên sereke û şaxê, bazara navendî, bazara zebzeyan û ya goşt da destpêkirin.

Rêveberê Nivîsgeha Tenduristiyê ya Şaredariya Gel a Dêrikê Ridwan Omer axivî û diyar kir ku ji ber belavbûna vîrusa koronayê ji şaredariyê hate xwestin ku bazar û kolanên şaxî û yên sereke dezenfekte bike.

Omer got, di rojên bê de dê sazî werin dezenfektekirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8LHNV7l12yQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>