Çalakiya li gundê Elpelûrê bi dawî bû

Kongreya Star a kantona Kobanê çalakiya konê parastinê ku li pêşiya mala ku rêber Abdullah Ocalan tê de mabû ya li gundê Elpelûrê yê Kobanê, bi dawî kir.

Çalakiya li gundê Elpelûrê bi dawî bû
21 nîsan, 2021   12:53
KOBANÊ

Kongreya Star di 18`ê Nîsanê de ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk li ser mala ku rêber Abdullah Ocalan tê de mabû ya li gudê Elpelûrê yê rojavayê Kobanê, kon li pêşiya malê vedabû.

Çalakiyê 4 roja dewam kir. Endamên Kongreya Star li gorî biryara qedexeya giştî tev geriyan û tenê 4 kesan nobet di bin kon de digirt. Kongreya Star îro çalakiya xwe bi dawî kir.

/ar/uploads/files/2021/04/21/122912_smyrh-ahmd.webp

Têkildarî mijarê endama Kongreya Star a kantona Kobanê Semîra Ehmed tekez kir ku dê têkoşîna xwe li ser fikrên rêber Abdullah Ocalan dewam bikin û got ew derfetê nadin dewleta Tirk ku îradeya wan têk bibe.

Di 16`ê Nîsanê de balafireke bêmirov mala ku rêber Abdullah Ocalan li gundê Elpelûrê yê rojavayê Kobabanê tê de mabû, bombebaran kiribû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5W1psn3LLiE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>