Milîsên Dîfa El-Wetenî malên sivîlan ên li taxa Teyî dikin hedef

Li gel berdewamkirina tevgerên provokatîf ên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, milîsên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê malên sivîlan ên li taxa Teyî ya Qamişloyê yên ji destê wan derketine, dikin hedef.

Milîsên Dîfa El-Wetenî malên sivîlan ên li taxa Teyî dikin hedef
21 nîsan, 2021   12:53
QAMIŞLO-EHMED MIHEMED

Li taxa Teyî ya li Qamişloyê şerên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û milîsên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de berdewam in.

Duh bi şev derdora saet 22:00`an milîsên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana El-Wehdê ya li nêzî taxa Teyî ya li başûrê Qamişloyê kiribû.

Her wiha hate zanîn ku milîsên Dîfa El-Wetenî malên sivîlan ên li taxa Teyî ku ji bin kontrola hêzên hikumeta Şamê derketine, dikin hedef.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t10QFV20gOs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>