Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê bi biryardarî berdewam e

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina rêberê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 146’yan de bi biryardarî berdewam dike.

Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê bi biryardarî berdewam e
21 nîsan, 2021   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser rêberê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 146’yemîn de ji aliyê koma 30’emîn ve berdewam dike.

MEXMÛR

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengiya jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, di roja 125’emîn de berdewam dike.

YEWNANISTAN

Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîdê û piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 108 roj li pey xwe hiştin.