Cozêf Lehdo: Dewleta Tirk bi qutkirina avê şerê 5 milyon kesan dike

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser têkildarî qutkirina avê bi ser gelê kantona Hesekê ji aliyê dewleta Tirk ve, hişyariya karesateke mirovî da.

Cozêf Lehdo: Dewleta Tirk bi qutkirina avê şerê 5 milyon kesan dike
21 nîsan, 2021   07:40
REQA – RUBA EL-ELÎ

Rêveberiya Meclisa Kantona Hesekê pêr ji ber qutkirina ava vexwarinê li ser kantonê ji aliyê dewleta Tirk ve, rewşa awarte ragihand û diyar kir ku ew ê bi rêya sarîcan avê li welatiyan belav bike.

Stasyona avê ya Elok li Serêkaniya dagirkirî ye, stasyon ava vexwarinê dide şêniyên kantona Hesekê. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her carê ava stasyonê bi ser kantonê Hesekê de qut dike, di heman demê de asta ava çemê Firatê ji bo Sûriyê kêm kiriye.

Têkildarî mijarê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo  got: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk tunebûna kehrebeyê dike hincet, Rêveberiya Xweser ji bo xebitandina stasyona Elokê kehrebeyê dide. Di geran de hat eşkerekirin ku qutkirina avê ya bi sedema kehrebeya ku ji bo xebitandina stasyona Elokê tê şandin, bi giştî nayê xebitandin, lê belê komên çete yên li herêmên dagirkirî kehrebê ji bo îstîsmarkirinê didin gund û bajaran, di encamê de stasyona Elokê nikare avê bi awayekî têr bide. Ji lew re qut dibe û naghêje şêniyan."

Lehdo diyar kir ku şerê avê yê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û bajarê Hesekê bi taybet tê meşandin şerekî nemirovî ye û rasterast li dijî jiyana mirovan e.

Lehdo di berdewama axaftina xwe de got: "Ev şêwazê şer ê herî xeter li ser civaka sivîl, mirov û nexweşan di hemû qadên jiyanê de ye. Şerê avê şerekî giştî ye û bi gelemperî pêk tê. Her wiha  bandorê li Iaqê ta Besrayê dike, li şûna ku 500 m² di saniyekî de bide, 200 m² dide, di encamê de jî ava çemê Firat kêm dibe û bandor li çandiniyan dike".

Cozêf Lehdo bang li civaka navneteweyî kir ku vê mijarê ber bi çav re derbas bike û têkildarî wê da zanîn ku kêmbûna rêjeya herikîna ava Firatê gihaştiye astekî êdî bandorê li avdana erdên çandinyê, hawîrdorê û ajalan dike.

Lehdo anî ziman ku dewleta Tirk ji zêdetirî 40 salî ve qanûnên navneteweyî yên têkildarî çemên hevbeş (Firat û Dicle) ku di Sûriyê û Iraqê re derbas dibin, binpê dike û tevahî qanûnên ku bi wan dewletan re îmze kirine, paşguh dike.

Lehdo destnîşan kir ku piştî dameizrandina Rêveberiya Xweser ev şer zirarê dide 5 milyon mirovan.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Cozêf Lehdo bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Civaka navneteweyî bê deng maye û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê vê yekê şermezar nake, da ku destwerdanê li kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê neke, ji ber vê yekê jî em wan bi tundî rexne dikin".

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kzkhEvQofYE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>