Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa milîsên Dîfaa El-Wetanî de endamekî me şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di encama êrişa "Dîfaa El-Wetanî" ya li dijî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên  li Qamişloyê  de endamekî hêzên wan şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa milîsên Dîfaa El-Wetanî de endamekî me şehîd bû
20 nîsan, 2021   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî êriş û şerê li Qamişloyê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Çeteyên milîsên Dîfaa El-Wetanî kiryarên xwe yên bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya li bajarê Qamişlo didomînin. Di vê çarçoveyê de endamekê çeteyên milîsên Dîfaa El-Wetanî êvara 20'ê Nîsanê gule li benda hêzên me ya li çerxerêya El-Wehda ya bajarê Qamişlo reşand. Di encamê de endamekê me ku bi giranî birîndar bû, şehîd bû.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina xwe û têkbirina tevahî hewldanên milîsan ên hedefgirtina nuqteyên me yên ewlehiyê, derxistina fitneyê û afirandina reweşeke ne aram ji bo şêniyên herêmê yek kêliyê dudilî nabin. Em teqez dikin ku em ê bi hêz bersiva van kiryaran bidin."

ANHA