‘Li 130 welatan rojnamevanî hatiye astengkirin’

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas diyar kir ku rojnamevanî li zêdetirî 130 welatan bi temamî hatiye astengkirin.

‘Li 130 welatan rojnamevanî hatiye astengkirin’
20 nîsan, 2021   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li paytexta Fransa Parîsê ye, rapora xwe ya li ser azadiya çapemeniyê ya cîhanî ya sala 2021’ê eşkere kir.

Di raporê de hate ragihandin ku 180 welat ji sedî 73 ji bo rojnamevanan gelekî giran e, zehmet e û bi pirsgirêk e. Ji bo vê rêzê jî kategoriyên bi rengê reş, sor an jî pirtiqalî hate diyarkirin.

Li nava 180 welatî tenê 12 jê, (ji sedî 7) xwedî ‘rewşeke baş in’. Ev rêje par ji sedî 8 bû. RSF’ê diyar kir ku ev qada spî ji sala 2013’an û vir ve qet bi vî rengî tengav nebûbû.

RSF’ê ragihand ku şewba Covid-19 ji bo dewletên ku azadiya çapemeniyê asteng dikin, weke firsendekê hatiye bikaranîn. Li gorî vê yekê Îran rêzekê bi paş ket û li rêza 174’an bi cih bû. Erebistana Siûdî di rêza 170’ê, Misir di rêza 166’an de cih girtin. Sûriye bi rêzekê bi pêş ve çû û cihê xwe di rêza 173’an de girt.

Li gorî Endeksa (lîste) RSF’ê Tirkiyê sala 2016’an di rêza 151’ê de bû, sala 2017’an di rêza 155’an de bû, sala 2018 û 2019’an de di rêza 157 de bû û sala 2020’î î di rêza 154’an de cih girt. RSF’ê ragihand ku dezenformasyon (agahiyên ne rast) ji aliyê hikumetê bi xwe ve tê kirin û destnîşan kir ku rojnamevanî mertala bingehîn a li dijî dezenformasyonê ye. Hate ragihandin ku ji aliyê azadiya çapemeniyê ve Brezîlya di rêza 111’an de, Venezûela di rêza 148’an de, Çîn di rêza 177’an de, Tirkmenistan di rêza 178’an de, Koreya Bakur di rêza 179’an de û Erître jî di rêza 180’î de cih digirin.

Di rêza destpêkê ya endeksê de Norwêc heye ku pênc sal e di rêza destpêkê de ye. Piştre Fînlandiya û Swêd tên. Danîmarka di rêza 4’emîn de ye. Almanya herçend weke herêma herî ewle hate pênasekirin jî di serî de li Almanya û Fransayê êriş û lêpirsînên kêfî zêde bûn.  Almanya bi 2 rêzan li paş ket û cihê xwe di rêza 13’an, Fransa di rêza 34’an de bi cih bû.