Rêxistina Mafên Mirovan plana guhartina demografiya Efrînê ya bi destekdayîna Qeter û Kiwêtê eşkere kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi desteka Kiwêt û Qeterê wargehek bi navê "Kiwêt El-Rehme" li gundê Xalta yê navçeya Şêrawayê ava kiriye ku ji 300 malan pêk tê

Rêxistina Mafên Mirovan plana guhartina demografiya Efrînê ya bi destekdayîna Qeter û Kiwêtê eşkere kir
19 nîsan, 2021   12:00
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo di hevpeyvînekê li gel ANHA`yê de eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin wargeheke din li gundê Xalta yê navçeya Şêrawayê li rojhilatê Efrîna dagirkirî ava bikin.

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku ev wargeh ji aliyê komeleya Şam El-Xêr ve tê avakirin ku ji aliya dewletên Qeter û Kiwêtê ve tê fînansekirin û wiha domand: "Wargeha ku mîna gundekî ye, ji 300 malan pêk tê. Tê de wê mizgeftekê, navendeke tenduristiyê û peymangeha ezberkirina quranê were avakirin."

Şêxo destnîşan kir ku qaşo Meclisa Herêmî yê girêdayî dagirkera Tirk, bi rêya malpera xwe ya fermî ragihand ku çeteyê bi navê Mihemed Şêx Reşîd cîgirê serokê meclisê, serdana cihê projeya navborî kiriye da ku xebatên wê bişopîne.

Şêxo diyar kir ku armanca ji vê projeyê ew e ku malbatên çeteyan li wir bi cih bikin ku ji gelek herêmên cuda yên Sûriyê tên.

Li gorî Şêxo ev ne projeya yekemîn e, beriya wê jî El-Muntede El-Sûrî bi serkêşiya Xesan Hîto serokê berê yê Hikumeta Demkî ya Îtîlafê di 2`yê Nîsanê de ragihand ku saziya bi navê El-Îhsan a Xêrxwazî û Geşpêdanê ku Bera El-Semûdî serokê wê ye, projeya avakirina 127 avahî bi rûbera 40 m2  li deverekê bi navê Çiyayê Şawtî nêzî Çiyayê Qaziqlî li derdora gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê daye destpêkirin.

El-Muntede û Saziya El-Îhsan bi hev re hevkar in û têkiliyên wan bi dagirkeriya Tirk re baş in û nivîsgehên wan li Tirkiyê hene.

Şêxo teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya van projeya hewl dide demografiya kantona Efrîna dagirkirî biguhere.

Her wiha Şêxo da xuyakirin ku projeyên ku dewleta Tirk a dagirker di bin navê mirovî de pêk tîne, bi zora çeka komên çeteyên wê mîna Sultan Silêman Şah (El-Emşat) û çeteyên Ehrar El-Şerqiye û Feyleq El-Şamê pêk tên.

Di dawiyê de Şêxo bi bîr xist ku Komeleya Kiwêt El-Rehme sala borî bi zanabûn, mizgeftek li Navenda Yekitiya Êzidiyan a Efrînê ava kiriye, piştî ku avahiya yekitiyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di êrişên xwe yên li ser Efrînê de sala 2018`an hatibû hedefgirtin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GP3_Lp2T5EQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>