Naîf Bezwan: Pirsgirêkên li kampa Holê ji ber berjewendiyên teng ên navneteweyî ne

Reportaj Summay

Naîf Bezwan: Pirsgirêkên li kampa Holê ji ber berjewendiyên teng ên navneteweyî ne
19 nîsan 2021   05:48

Dr. Naîf Bezwan destnîşan kir ku armanca zindîhiştina kampa Holê wek sedemeke domdar a pirsgirêkan, ew e ku li dijî rêveberiya Rojava bê bikaranîn û diyar kir ku sedema bingehîn a rewşa li kampa Holê berjewendiyên teng ên li ser asta navneteweyî ne. Piştî ku serweriya DAIŞ’ê ya li ser xakê ji aliyê QSD’ê ve hate têkbirin, çeteyên wê bi awayê şaneyên veşartî xwe bi rêxistin kir û hewl didin kampa Holê ji xwe re wek navendeke vejînê bi kar bînin.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku di 28’ê Adarê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi piştgiriya hêzên QSD, YPG û YPJ'ê dest pê kiribû û 5 rojan dewam kirbû de, tê de gelek çete hatin girtin. Piştî îtirafên çeteyên DAIŞ'ê, avaniya rêxistinê ya li kampê bi operasyonên li nava kampê hate hilweşandin.

Zanyarê siyasetê Dr. Naîf Bezwan têkildarî pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê ya li kampa Holê ji ANHA’yê re axivî.

Dr. Naîf Bezwan îşaret bi hewldanên ji nû ve birêxistinbûna çeteyên DAIŞ’ê ên li Rojhilata Navîn û nemaze li kampa Holê kir û got: "Heke şert û merc çêbin, bi taybetî dema ku ji aliyê hêz an jî dewletên peywendîdar ve piştgiriya pêwîst bibînin, îhtîmaleke mezin heye ku DAIŞ wek xetereyeke mezin dîsa derkeve holê."

‘DIVÊ DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DARIZÎNE’

Bezwan destnîşan kir ku erka sereke ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ye ku çeteyên DAIŞ'ê darizîne û got: “Ti vebijêrkeke din a maqûl nîn e.”

Naîf Bezwan têkildarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê jî wiha axivî:  “DAIŞ wek rêxistineke terorîst serweriya xwe û hêza xwe gelekî winda kiriye, lê hebûna xwe ya rêxistinî û têkiliyên xwe didomîne. Tê dîtin ku kampa Holê ji aliyê DAIŞ'ê ve wek baregeheke sereke hatiye hilbijartin. Pêşîgirtina li kontrolkirina şêniyên kampê, bi taybetî zarok û jinên ku jiyana wan bi travmayê xera bûye, ji ber tirs û zordariya ji aliyê DAIŞ'ê ve, wezîfeyeke mirovî û hiqûqî ye û her wiha ji bo rêveberiya Rojava mecbûriyeteke siyasî ye.”

Naîf Bezwan têkildarî bêdengiya navnetweyî ya li hemberî pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê ya li kampa Holê destnîşan kir ku du sedemên sereke yên vê yekê hene û wiha rave kirin: “Ya yekemîn; hesabên berjewendiyên teng û helwestên nerast ên dewletên peywendîdar e. Ya duyemîn jî ew e ku rêveberiya Rojava di têkiliyên navneteweyî de wek alîyekî wekhev nayê naskirin. Ji ber vê yekê wêneyekî siyasî ku li şûna çareseriyan hincetan derdixe pêş, tê avakirin. Tê zanîn ku rêveberiya Rojava ji çareseriyên mayînde û adil re vekirî ye û di vî warî de jî xwedî însiyatîfên bi bandor e.”

‘DAIŞ HEWL DIDE HEMÛ DESTKEFTIYÊN CIVAKÊN ÎSLAMÎ TUNE BIKE’

Dr. Naîf Bezwan got ji bo ku were zanîn ka ji nû ve birêxsitinbûna DAIŞ’ê dê bibe sedema pirsgirêkên çawa, divê li pratîk û polîtakayê bê mêzekirin û di vî warî de girîng e ku belge û agahiyên Kurdan di vî warî de bi dest xistine, ji raya giştî û akademiyê re parve bike û wiha dewam kir: “Li gorî min DAIŞ 'qutbûna şaristaniyê’ (rupture in civilisation) ye ku taybetmendiyên milîtarîst, totalîter û faşîst di nava xwe de dihewîne. Ev têgih di çarçoveya komkujiya li dijî cihûyan de ji aliyê dîroknas Dan Diner ve hatiye danîn û piştre ji aliyê zanyarên din ve hatiye bikaranîn. DAIŞ wek xirabiyeke radîkal û şaristanî hewl dide civakên nemisilman bi zorê bixe nava barbariyê anku qirkirina çandî yan jî fîzîkî. Di heman demê de armanc dike ku hemû têkoşîn û destkeftiyên ku civakên îslamî di qadên azadî, edalet û wekheviyê de bi dest xistine, tune bike.”

Dr. Naîf Bezwan axaftina xwe wiha domand: “Ji aliyê Kurdan ve jî divê were zanîn ku ne tenê DAIŞ, rêxistinên cîhadî yên sûnnî û her wiha rêxistinên paramîlîter ên mîna Heşdî Şabî jî gefeke mezin in. Beriya her tiştî divê em bibînin ku ev rêxistin wek navgîneke kêrhatî ya ji bo ji nû ve dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Rojava dixebitin.”

‘DAIŞ DIXWAZE KAMPA HOLÊ LI DIJÎ RÊVEBERIYA ROJAVA BI KAR BÎNE’

Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî beriya ku were kuştin gotibû “çi dibe bila bibe, divê kampa Holê bê parastin”. Têkildarî vê yekê Dr. Naîf Bezwan diyar kir ku kampa Holê ji bo çeteyên DAIŞ’ê girîng e û wiha lê zêde kir: “Kamp wek erdnîgariyeke biçûk a birêxistinbûn û serweriyê ye ku dikare ji bo DAIŞ'ê ku serdestiya xwe ya li ser axê winda kiriye, serdestiyeke herêmî ava bike û bihêle hêz û çeteyan kom bike. Her wiha tê armanckirin ku wê zindî bihêle û wek pirsgirêkeke domdar li dijî rêveberiya Rojava bi kar bîne.”

ANHA