Semîh Şiqêr: Sedemên pabendiya Kurdan bi guhertina demokratîk, sedemên mayînde ne
Reportaj Summay
Semîh Şiqêr teqez kir ku divê rewşa Kurdan li Sûriyê wek parçeyekî doza Sûriyê bê dîtin û got “Sedemên xwespartina wan ji guhertina demokratîk re sedemên mayînde ne û dikarin bibin bingeh. Vegerandina baweriyê di navbera hêzên demokratîk ên Sûriyê de, kilîta çareserkirina hemû dozên heyî ye.”
Helbestvan, muzîkjen û hunermendê sûrî Semîh Şiqêr sala 1957`an li Colana dagirkirî hatiye dinê û bi stranên xwe yên nîştimanî, şoreşgerî û siyasî tê nasîn. Şiqêr di hevpeyvîneke taybet bi ANHA`yê re teqez kir ku bikaranîna hêzê ji aliyê hikumeta Şamê ve û tepisandina tevgera gel bi rêya artêşê, hişt ku tundî zêde bibe.
Şiqêr îşaret bi destwerdanên dewleta Tirk û Qeterê û kesayetên ji Siûdiyê kir ku komên çekdar bi navên olî yên diyar ava dikin, piştre di pratîkê de wek ‘Artêşa Azad’ bi nav kirin û got: "Vê yekê hişt ku şer ji şerê gelekî bindest li dijî desthilateke zordar, veguhere sorkirina hestên olî ya bi armanca bidestxistina desthilatê di bin navê olê de û sozên avakirina dewleta xîlafetê, her wiha dijberiya demokrasiyê."
Navaroka hevpeyvînê wiha ye:
Di ser destpêkirina şoreşa Sûriyê re 10 sal derbas bûn, piştî van salan hûn rewşa heyî û rewşa ku gelê Sûriyê gihaştiyê, çawa dinirxînin?
Bê guman, wekî welatiyên Sûriyê em li ku derê bin, li hundir an derveyî welêt an jî di bin serweriya kîjan hêza şer de bin, em di rewşeke xirab de ne. Lê belê, bi nêrîna min girêdana vê rewşa bi trajedîya destpêkirina şoreşê re, ne di cih de ye. Ji ber ku piştî salên dirêj ji zordarî û dûrxistina siyasî ji aliyê dewletê ve, ez şoreşa Sûriyê wek şoreşeke di cih de dibînim. Bi nêrîna min, sedema ku hiştiye em bigihêjin vê rewşê, rêbazên tund ên rejîmê li dijî tevgera aştiyê ne ku daxwaze bidawîbûna zordariyê kir.
Wekî hûn dizanin, niha gelek aliyên herêmî û navneteweyî dest di kar û barên Sûriyê werdidin. Çi hişt ku ev yek pêk were?
Pirsa we hesas e, divê ez şîrove bikim. Bi awayekî sereke vebijêrka ewlehiyê ya rejîmê sedema sereke bû, piştre tepisandina tevgera gel bi hêza artêşê hişt ku tundî zêde bibe û xwîn li kolanan bê rijandin. Me veqetîna endamên artêşê yên ku nexwestin beşdarî kuştinê bibin û piştre hewldanên wan ên parastina xwepêşandanan di destpêka şoreşê de, fêm kir. Wekî şoreşgerên aştiyane her tim me bikaranîna çekê red kir. Me dît çawa daîreya aliyên ji bo piştgiriya rejîmê destwerdanê dikin wekî hêzên Îranê, sekvan û mîlîsên Lubnanê û Iraqê yên cuda, bi lez berfireh bû. Li aliyekî din Qeter, Tirkiye û kesayetên ji Siûdiyê ji bo avakirina komên çekdar bi navên cuda, destwerdan kirin. Wan koman nasnameyeke xwe ya olî ya diyar pejirand, piştre di pratîkê de Artêşa Azad bi dawî kirin û fermandarên nîştimanî û şoreşgerên rasteqîn tesfiye kirin. Bi vê yekê me daxwaza wan a veguherandina şer ji şerê gelekî zordest li dijî desthilateke zordar ji bo sorkirina hestên olî, fêm bikin, ya bi armanca bidestxistina desthilatê di bin navê olê de û sozên avakirina dewleta xîlafetê yan tiştekî bi wî rengî û dijberiya demokrasiyê û dewleta hiqûqê bi awayekî eşkere.
Em rola rejîmê di xurtkirina rengê cîhadîst ê çekdarên li dijî wê şer dikin, ji bîr nekin. Ew yek dema ku ew kesên tundraw ji girtîgehên xwe derxistin û piştî derketina wan komên cîhadîst ên sereke ava kirin, wekî El-Nusra û artêşa îslamê ji bo ku cîhan nebêje ku şoreşeke gel li dijî rejîmê heye, lê belê bêje ku ew tenê şerê terorê dike. Heta ku dema rejîm li ber hilweşînê bû, gazî Rûsyayê kir.
Amerîka jî dîmenê bi xwîn tenê lê temaşe dikir, destpêkê yekser destwerdan nekir, piştre di qonaxeke din de çavdêriya giştî li ser wê dîmenê kir. Wê demê carinan piştgiriya lojîstîkê dida, carinan jî qedexe dikir. Wekî ku bixwaze şer kontrol bike da ku şer berdewam bike û bê serkeftina tu aliyan bimîne. Piştre di bin navê şerê terorê de ji aliyekî ve û rêgirtina li serkeftina rejîmê ji aliyekî din ve, li rojhilatê Firatê bi cih bû. Gelek rapor îşaretê bi rola Îsraîlê dikin ku xwest Amerîka bi mayîna rejîma Sûriyê ya lawaz û nehilweşandina wê îqna bike. Ji ber ku rejîm ji beriya bi dehan salan ve li ser eniya Îsraîlê aram e. Li vê derê gotina “zordar dagirkeran tînin” cihê xwe digire.
Piştî vê dema dirêj a şer û vê destwerdanê, gelê Sûriyê çawa dikare xwe bigihîne armancên xwe yên azadiyê û rûmetê ku di destpêka şoreşa xwe de banga wan kiribû?
Bê guman, helwesta komên cîhadîst û dijberiya wê ji rejîmê re “ku em vê bi şoreşa dijber bi nav dikin”, rengekî dûrî rastiya şoreşê ya aştiyane û daxwazên wê yên avakirina Sûriya nû ya li ser reşnivîsa civakî ya li ser esasê welatîbûna wekhev û demokratîk û cudakirina ol ji siyasetê û belavkirina adil a berheman, da şoreşê. Bi binkeftina aliyên siyasî yên ku îdiaya nûnertiya şoreşê û opozîsyonê dikir di parastina serxwebûna xwe de, xîtabekî gelêrî ku armanca wê rewakirina xwe ji aliyê gelê serhildêr ve bi xwe re anî û bi fermndariyeke xwedî têgihaştina siyasî ku berjewendiya şoreşa rasteqîn pêk tîne, bi encam nebû. Her wiha tevî rewşa siyasî ya krîtîk li ser asta navneteweyî ku tê de derdorên siyasî yên nû ava bikin û şerekî li ser desthilatê heye, her wiha redkirina rejîmê pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254’an û bikaranîna demê ji bo derbaskirina pêkanîna vê biryarê hebû. Bi van hemû faktoran re, di dema niha de bidestxistina azadî û rûmetê ku armancên şoreşa sûriyan bû, tiştekî zehmet e. Piştî gotina “mirin an rezîltî” mixabin mirin û rezîltî bi hev re bûn qismeta gelê me. Piştî dirûşma “yan El-Esed, an em ê welêt bişewitînin” tevî mayîna El-Esed jî welat hate şewitandin, piştî dirûşma “yek e, yek e, yek e, gelê Sûriyê yek e” em dibînin ku Sûriye niha bûye 3 herêmên serweriyê û hewldanên parçekirinê û taîfiyet heye.
Rejîmê bi qirêjbûn û bi stratejiyeke sîstematîk di têkbirina exlaq û nirxê şoreşê de bi ser ket. Dema ku rejîmê hişt ku şoreş veguhere şoreşeke çekdarî û destê her kesî bi xwîn bibe û gelek binpêkirin pêk bên ku herî zêde jî rejîmê bi xwe binpêkirin pêk anîn. Bi paşdeçûna tevgera aştiyane ya piştî zordariya rejîmê jî, rewş bi girêktir bû.
Pirsa ku niha divê em çi bikin, ji ber sedemeke sereke ev pirseke zehmet e. Sedem ew e ku piraniya welatiyên Sûriyê dibînin ku êdî tişt ne di bin kontrola wan de ye, bi wê re jî piraniya welatiyên Sûriyê li benda encamên dan û standinên hêzên mezin û herêmî yên têkildarî dosyaya Sûriyê ne. Ruxmî ku ez dibînim ku ev bendewarî teslîmiyet e. Lê divê xebateke hevbeş bê meşandin ji bo avakirina eniyeke nû ya şoreşê bi rê ve bibe, xîtaba aliyên opozîsyonê û çapemeniya girêdayî wê biguherîne, hemû beşên gel bigire nava xwe û nêrîneke nîştimanî û demokratîk ku hemû kesên ji zordarî, leşkerî, taîfiyet, xizanî û dagirkeriyê zirar dîtine, bikişîne aliyê xwe. Her wiha divê rewşa ku hemû hêzên bibandor bûne amûrên pêkanîna berjewendiyên dewletên destwerdanê dikin, bê derbaskirin, hemû sûc û binpêkirinên hemû aliyan bên şermezarkirin, zext ji bo berdana girtiyan bê kirin, naveroka biryara navneteweyî ya 2254’an bê şîrovekirin ji bo ku bendên wê bibin daxwazên sereke. Ji ber ku ew yek deriyê derbasbûna qonaxa siyasî û demokratîk e, ji bo ku Sûriyeke nû bê avakirin ku karibe hesab ji sûcdaran bixwaze, birînên gel rihet bike, hevgirtina civakî vegerîne û pêşerojê ava bike. Her wiha pêwîstiya me bi kedeke têgihaştinê ya taybet heye da ku maf û erkên welatîbûnê şîrove bike. Bi wê re wê hakimên dewletê di pêşerojê de nikaribin dewletê bikin malê xwe yanî jî hukmê xwe mayînde bikin, an jî îdia bikin ku ew xwediyên welêt in. Ev heqareta li welêt e, ji ber ku gel xwediyê welêt e, hakim jî tenê karmendekî gel e ku li gorî destûrê tev digere, destûr erkên wî diyar dike û dihêle ew li hemberî gel û nûnerên gel berpirsiyar be.
Divê rewşa Kurdên Sûriyê wekî parçeyekî doza Sûriyê bê dîtin, divê baweriya di navbera şoreşgerên aştiyane li seranserê Sûriyê û di navbera hêzên Kurd û Ereb û pêkhateyên din û yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serwer in de, bê vegerandin. Em tevgera şoreşger a Kurd a sala 2004`an ya bêyî piştgirîdayîna tu kesî û beşdarbûna wan di destpêka şoreşa 2011`an de, bînin bîra xwe. Yanî sedemên xwespartina wan ji guhertina demokratîk re sedemên mayînde ne û dikare li ser bê avakirin. Divê ji bo yekitiya hêzên demokratîk ên Sûriyê hevkarî hebe. Vegerandina baweriya di navbera wan de kilîta çareserkirina hemû dozên heyî ye.
Her wiha divê piştgirî ji hemû malbatên sûrî yên xizan li seranserê Sûriyê re bê dayîn û rûmeta gelê Sûriyê bê parastin. Tevî nakokiyên siyasî yên di navbera me de jî, ew bira û zarokên me ne. Gelek tişt hene ku kar li ser bê kirin, lê bendewarî karesat e.
Wekî em dizanin di 10 salên dawîn de, wekî hemû qadên din bandora bûyerên li welêt li ser huner û çand jî çêbû. Hûn rewşa çand û hunerê di dema niha de li Sûriyê çawa dinirxînin?
Bi giştî rewşa hunerê xirab e. Bê guman, bûyerên ku rû dane bandoreke mezin li rewşa hunerê kir. Saziyên rejîmê yên beprirsyariyên hunerê û çandê veguherîn cihên propagandaya rejîmê. Rejîmê huner kir xizmeta xwe. Li bakurê welêt em hin berhemên hunerî yan çandî dibînin lê belê xwedî rengekî olî yê girtî ne û aktîvîteyên hunerî û çandî nayên pêşwazîkirin. Lê divê em pankartên Kefer Nibul ên şoreşgerî ji bîr nekin, ku berhemeke xweş a şoreşê bû û keda gelek rojnamevanên baş tê de bû. Lê belê aliyên siyasî yên şoreş û opozîsyonê temsîl dikirin, kêmasiyên mezin kirin û huner û çand paşguh kirin.
Têkildarî çalakiyên hunerî û çandî li herêma Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, min tu çalakiyên balkêş di van salan de li wir nedîtin. Dibe ku hebin jî, lê belê ji ber nebûna platformên çapemeniyê ew çalakî nagihêjin me. Nûçeyên penaberan ên hunerî û çandî herî zêde derdikevin pêş, tevî taybetmendiyên ferdî û kêmbûna derfetan.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê çand û hunerê de pêşketineke balkêş çêbû. Nêrîna we li ser yekbûna çandan û muzîka kurdî, erebî, suryanî û hwd li wan herêman çi ye?
Ez bi destkeftî û çalakbûna çandî û hunerî li wê derê kêfxweş dibim, nexasim ku çewisandina çanda Kurd, Suryan û hwd sîstematîk bû û ji zîhniyeteke şovenîst ku heta demeke dirêj li wê derê serwer bû. Min redkirina xwe ji wê çewisandinê û dûrxistinê re beriya demeke dirêj nîşan dabû û ez ji ber wê yekê hatibûm tengavkirin.
(cx)
ANHA