Claire Baker: Hemleya "Ji Ocalan re azadî" li Amerîkaya bakur jî belav dibe

Reportaj Summay

Claire Baker: Hemleya "Ji Ocalan re azadî" li Amerîkaya bakur jî belav dibe
19 nîsan 2021   02:10

Sekretera Yekitiya Sendîkayên Karkeran a Navneteweyî û rêvebera hemleya ‘Ji Ocalan re azadî” Claire Baker got wan di warê danasîna fikirên rêber Abdullah Ocalan û doza wî de, encamên erênî bi dest xistine.Mezintirîn sendîkaya karkeran a Brîtanyayê ku ji 1,5 milyon endaman pêk tê, tevî 700 hezar endamên Sendîkayên GMB (sendîkayên karkeran ên giştî), hemleya "Ji Ocalan re azadî" didomînin.

Hemleya ku Unite the Union û GMB 2016`an ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan di parlamentoya Brîtanyayê de dabû destpêkirin, didome. Sendîkayên Brîtanyayê diyar kir ku êdî dem hatiye û xebateke mezin dimeşînin.

Der barê hemleyê û encamên wê de, ajansa me bi sekretera Yekitiya Sendîkayên Karkeran a Navneteweyî ya û yek ji rêveberên hemleya "Ji Ocalan re azadî" Claire Baker re hevpeyvînek çêkir. Hevpeyvîn wiha ye:

Hemleya we bi çi rengî ye û gihaştiye ku derê?

Hemleya me “UK Trade Union Campaingn” sala 2016`an ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan li Brîtanyayê dest pê kir. Me karîbû bi rêya Yekitiyên Bazirganiyê (Unite the Union) û û GMB li parlamentoya Brîtanyayê ragihînin. Ji wê demê ve û heta niha hemleya me mezin bû û bi pêş ket û 15 mezintirîn yekitiyên bazirganiyê yên li Brîtanyayê girtin nav xwe. Koma Yekitiyên Bazirganiyê, TUC û Yekitiya Bazirganiyê (Thompson Solicited), piştgiriyê didin hemleyê. Bi vê yekê û di demeke kin de me karîbû em wan jî tev li meclisa xwe bikin.

Em bûn bingeha navneteweyî ji bo vexwendina 2 mîhrîcanên mezin ji bo çîna karkeran li Brîtanyayê. Ji bo danasîna rêber Abdullah Ocalan û doza kurdî ji 200 heta 300 hezar kes beşdar bûn. Bi vî awayî û di vê dema kurt de hemleya me bû xwedî girîngî û bû hemleyeke girîng li cem tevgera bazirganiyê ya Brîtanyayê.

Gelo hemleya we tenê bi Brîtanyayê ve sînordar ma?

Em bi komên Hevgirtina Kurdî re û Însiyatîfa Navneteweyî re ku banga azadiya rêber Abdullah Ocalan dike, xebitîn. Ez bawer im ku hemleya me cuda ye. Ji ber ku ew xwe dispêre hemleyên yekitiyên bazirganiyê û dişibe hemleyên navneteweyî yên din li Colombia, Filistîn, Kuba û dewletên din. Hemle 5 sal e hatiye ragihadin û bi giranî li Brîtanyayê ye, lê belê em êdî peywendiyan datînin û em hemleyê berberfireh dikin da ku em yekitiyên bazirganiyê yên din li Ewropayê bigirin nava xwe. Nexasim yekitiyên bazirganiya konfederal ku gelek yekitiyên bazirganiyê yên ji qadên cuda tê de hene. Gelek ji wan kesan tev li me bûn da ku daxuyaniyan bidin û destekê bidin hemleyê. Sala par bi rêya online me kombûnek çêkir. Ji bo serbestberdana rêber Abdullah Ocalan yekitiyên ji Îtalya, Spanya, Îzlanda û Fransayê tev lê bûn. Lê hemle bi giranî û bi awayekî sereke li Brîtanyayê ye. Lê em hewl didin ku hemleyê li derveyî Brîtanyayê jî belav bikin, ne tenê li Ewropayê lê belê li Amerîkaya bakur û Kanadayêjî.

Bi nêrîna we armanca dewleta Tirk ji girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan çi ye?

Helbet, divê tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bibe. Divê rêber Ocalan azad be da ku di aştiya li herêmê de rola xwe bilîze. Tecrîda li ser wî, li dijî mafên mirovan û qanûnên Tirkiyê bi xwe ye.

Tecrîd helwesta berfireh a dewleta Tirk nîşan dide, ne tenê li beramberî Kurdan lê belê li hemberî hemû dijberên wê. Ew tecrîd li dijî gelê Kurd ê li Tirkiyê û li derveyî sînorê wê ye. Tecrîda li dijî hemû dengan e ku behsa siyasetên Erdogan dikin. Divê Ocalan bi parêzer û malbata xwe re bikeve pêwendiyê. Tişta herî xirab bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê ye. Her wiha bêdengiya komîseriya Ewropayê û hikumeta Brîtanyayê ye. Sedema wê yekê jî ew e ku dewleta Tirk dikarîbû bi mijara koçberên Sûriyê YE`yê şantaj bike, her wiha ji ber cihê wê yê jeopolîtîk di NATO’yê de.

Di rastiyê de ew tecrdîkirina yek kesî ye, lê belê berfireh bû û gihaşt deverên din. Divê bi destekdayîna navneteweyî bi dawî bibe, divê em behsa wî bikin û wî û gelê di hundirê Tirkiyê de biparêzin.

Rojava ji aliyê dijminan ve dorpêçkirî ye. Rêya serkeftinê çi ye?

Helbet, Rojava di nava dijminan de ye. Ji ber ku xetereyê li ser Erdogan çêdike, nexasim ji  ber ku ew azadî, wekhevî û rizgarkirina jinan temsîl dike. Ev hemû berovajî baweriyên dewleta Tirk e. Helwesta piştî vekişînê ku bi fermana Trump hate kirin, derî ji dewleta Tirk re vekir ku êrişî Rojava bike. Tişta ku diyar dibe ew e ku gef li ser Rojava hene.

Ez nikarim bersiva pirsa te ya der barê misogeriya pêşeroja Rojava û aramiya wê de çi ye, bidim. Lê ez bawer im ku hin derdor parastina Rojava dikin. Li Rojava civakeke nû derdikeve, divê ew kes wê civakê biparêzin, ji ber ku gelek xetere li ser hene û pêwîst e yên li Brîtanya û Yekitiya Ewropayê dijîn, parastina wê bikin.

Wê şerekî zehmet be heta ku em berdewamiya Rojava misoger dikin. Lê heke dewleta Tirk an El-Esed erdên din ên Rojava xistin bin serweriya xwe, em ê her tim li kêleka Rojava bin û piştgiriyê bibin wê. Proje hîna li dar e û dê dewam bike, ji ber ku di dilê gelek kesan de bi cih bûye û dê bibe rêya nû ya jiyanê.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hDhycbb5VaE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>