Brîtanya dê keştiyên şer bişîne Deryaya Reş

Çavkaniyên leşkerî ragihand ku keştiyên şer ên Brîtanyayê di meha Gulanê de ji bo piştgiriya Ukraynayê dê berê xwe bidin Deryaya Reş.

Brîtanya dê keştiyên şer bişîne Deryaya Reş
18 nîsan, 2021   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî ji rojnameya The Sunday Times a Brîtanyayê re got şandina van keştiyan bi armanca piştgiriya Ukraynayê û hevalbendên Brîtanyayê yên NATO`yê ye.

Rageşiya di navbera Moskov û Kîevê de zêde dibe. Hêzên Rûsyayê li ser sînor hatine belavkirin û li rojhilatê Ukraynayê di navbera artêşê û serhildêrên alîgirên Rûsyayê de, şer derketibû.

Rayedarekî brîtanî ji rojnameyê re got: “Hikumeta Brîtanyayê ji nêz ve bi Ukraynayê re kar dike da ku çavdêriya rewşê bike. Her wiha bi awayekî domdar bang li Rûsyayê dike ku rageşiyê bi dawî bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh (şemiyê) Rûsyayê 15 keştiyên şer şandibûn Deryaya Reş da ku tetbîqatên leşkerî pêk bîne.

(cx)