Şêniyên gundê Boraz: Topên dewleta Tirk me natirsînin

Şêniyên gundên rojavayê Kobanê teqez kir ku topên dewleta Tirk ên bi ser wan de dibarin, wan natirsînin û dewleta Tirk a dagirker çi bike jî ew dev ji xaka xwe bernadin.

Şêniyên gundê Boraz: Topên dewleta Tirk me natirsînin
18 nîsan, 2021   00:47
KOBANÊ – DICLE EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku rojavayê çemê Firatê yên gundewarên girêdayî bajarê Cerablusê dagir kirine, gundê Boraz û gundewarên derdora wê yên rojavayî bajarê Kobanê topbaran kirin.

Di encama wê de zirarên madî gihaştin zevî û mal û milkên sivîlan. Bi vê yekê dewleta Tirk dixwaze şêniyan bitirsîne û wan neçar bike ku ji xaka xwe koçber bibin.

Têkildarî mijarê şêniyên gundê Boraz hêrsa xwe ji ber topbarana li ser gundê wan û bêdengiya navneteweyî der barê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê de diyar kirin.

/kr/uploads/files/2021/04/17/183346_-..-3.webp

Şêniya bi navê Heyfa Misto ya ji gundê Borazê ku mal û milkên wê ji ber ku top nêzî mala wê ketin û xira bû, wiha got: "Em di meha Remezana pîroz de ne. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malên me bi topên hewanê dike hedef da ku me bitirsîne û neçarî koçberiyê bike. Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin ku her çi bikin em dev ji xaka xwe bernadin."

Heyfa Misto wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker xeyal dike ku her derê bixe bin serweriya xwe. Gelo ka rola dewletên garantor der barê van êrişan de, bi taybet Rûsya?"

Heyfa Misto diyar kir ku piştî xaka wan ji terora çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, ew bi aştî dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze me careke din koçber bike piştî ku çeteyên wê di vê yekê de têk çûn. Tevî hemû siyasetên gefan û êrişên dewleta Tirk jî em li ber xwe didin."

/kr/uploads/files/2021/04/17/183408_-..-1.webp

Her wiha şêniyê bi navê Bîlal Henîfî yê ji navçeya Qenaya ya rojavayê Kobanê, ev tişt got: "Em nema dizanin ku ji ku derê top bi ser me de tên. Ka rola Rûsyayê li herêmê çi ye. Ma ne wek garantor hatine herêmê da ku êrişên li dijî me bisekinînin."

Bîlal Henîfî teqez kir ku ew bi aştî dijîn û wiha pirsî: "Dewleta Tirk çi ji me dixwaze?"

Balafireke bêmirov a girêayî artêşa Tirk roja înê di saetên sibê de mala ku rêber Abdullah Ocalan di sala 1979`an de li gundê Elpelûrê yê rojavayê bajarê Kobanê lê dima, bombebaran kiribû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XIttm9G7H_M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>