Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê derdorê Idlibê û nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li gundewarên Hemayê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin
16 nîsan, 2021   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê şeva din herêmên Kensefra, Bare, Filêfil, Bênîn û Sifohin ên Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Her wiha nuqteyên li Enkawî ya Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, bi çekên giran kirin hedef.

(cx)