Yekîneyên Antî Terorê li Reqayê şaneyeke DAIŞ’ê girt

Yekîneyên Antî Terorê yên QSD’ê li Reqayê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ku ji 10 çeteyan pêk tê, girt. QSD’ê ragihand ku şaneyê plan dikir ku di Remezanê de li Reqa û Tebqayê sivîlan bikin armanc.

Yekîneyên Antî Terorê li Reqayê şaneyeke DAIŞ’ê girt
16 nîsan, 2021   06:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî agahiyên têkildarî operasyona li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ragihand.

QSD’ê diyar kir ku şaneya DAIŞ’ê ji 10 çeteyan pêk tê û piştî ku Yekîneyên Antî Terorê tevgera şaneyê şopandiye, operasyonek li dijî wê li dar xistiye û endamên şaneyê girtine.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Yekîneyên Antîterorê yên girêdayî hêzên me şaneyeke aktîf a terorîstên DAIŞ'ê ku ji 10 kesan pêk dihat, li herêma Reqayê ji hev xist û xistin binçavan. Şaneyê plan dikir ku kombûnên welatiyan û saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl li bajarên Reqa û Tebqa û gelek cihên din di meha Remezanê de bikin armanc. Her wiha plan dikir ku çalakiyên hilweşîner pêk bîne û ewlehî û îstiqrara herêmê ji holê rake û keda Hêzên Ewlekariya Hundirîn di meha pîroz de bi bin bixe.

Yekîneyên Antî Terorê û piştî şopandina tevgera endamên şaneyê destwerdana hejmarek ji hucreyên ku endamên terorîst xwe tê de vedişart, kirin û çek, belge û alavên ragihandinê yên di destê şaneyê de desteser kirin.

Şaneya ku ji hêla serçeteyekî di nava DAIŞ'ê de dihat birêvebirin, di nava wan de tevî endamên pêkanîna çalakiyan pisporekî teqemeniyan û yek ê peywendiyan jî hebûn.”

ANAH