`Her kes berpirsyar e… xemsarî hejmara pêketiyan zêde dike`

Bijîşkên navenda tenduristiyê ya gel a navçeya Şedadê bang li şêniyan kir ku tedbîr û girtekên qedexeyê pêk bînin. Her wiha destnîşan kir ku wê di encama xemsariyê de hejmara pêketiyan zêde bibe.

`Her kes berpirsyar e… xemsarî hejmara pêketiyan zêde dike`
16 nîsan, 2021   06:21
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Piştî belavbûna vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bijîşkên navenda tenduristiyê ya Şedadê ya kantona Hesekê bang li şêniyan kir ku girtekên qedexeya giştî û tedbîrên xweparastinê pêk bînin, da ku hejmara pêketiyan kêm bibe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 11`ê Nîsanê de biryara qedexeya derketina derve ya giştî da û di 13`yê mehê de kete pratîkê.

Bijîşkê bi navê Kesar Mumtaz pisporê nexweşiyên hundirîn ê navenda tenduristiyê ya gel a li navçeya Şedadê got: “Em bang li şêniyan û nexweşan dikin ku li gorî qedexeya ku şaneya aloziyê derxistiye, tev bigerin. Ev yek ji bo wan hemûyan e.“

Dr.Mumtaz bal kişand ser xemsariya hinek şêniyan û wiha domand: "Pandemî bi lez belav dibe nexasim pêla sêyemîn. Hejmara miriyan ji pêlên berê zêdetir e."

Dr.Mumtaz wiha gotina xwe berdewam kir: “Parastina dost û hevalên me bi destê me ye. Dema em li gorî girtekên qedexeyê tev negerin, em ê bi xwe vê vîrusê belav bikin. Êdî em dikarin testên koronayê li navendê çêkin.“

Her wiha Dr.Mumtaz bang li şêniyan kir ku di vê dema hesas de pabendî qedexeyê bin, da ku hejmara pêketiyan zêde nebe.

‛PEYDABÛNA TESTAN’

Endamê rêveber ê navenda tenduristiyê ya gel Elî El-Seîd got piştî belavbûna zêde ya vîrusa Koronayê Heyva Sor a Kurd li navendê testên zêde çêdike.

El-Seîd bang li şêniyan kir ku baldar bin û tedbîran pêk bînin, bi taybet ku êdî vîrus ji bin kontrolê derketiye û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Her kes berpirsyar e. Bi xemsariyê re hejmara pêketiyan dê zêde bibe.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KFR3q1gAGmg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>