Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Ebdulezîz Salim spart axê

Îro şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Şehîd Ebdulezîz Salim ku dema li navçeya Tirbespiyê li ser erka xwe bû, gihaşt asta şehadetê, spart axê.

Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Ebdulezîz Salim spart axê
15 nîsan, 2021   14:23
HESEKÊ

Girseya gel cenazeyê şehîd Ebdulezîz Salim ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwaneke erebeyan ber bi goristana şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyiê ve meşiyan.

Merasîma veşartinê li goristanê bi rêzgirtinê dest pê kir, YPG û  YPJ`ê jî toreneke leşkerî pêşkêş kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîza Hisên axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Ev şehîd şehîdên hezkirin û azadiyê ne,  ji bo parastina welat canê xwe feda kir."

Dûvre bi navê hêzên leşkerî Fermandarê Lîwaya Erka Xweparastinê ya kantona Hesekê Mihemed Dawûd axivî û got: "Ger ne ji berdêlên şehîdan bûya, ev  destkeftiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, bi dest nediketin, ji lew re divê em parastina rêgez û nirxên ku ji bo wan gihaştine asta şehadetê bikin."

/ar/uploads/files/2021/04/15/134900_rwjda-ahmd.webp

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Şehîd Ebdulezîz Salim bi tilîliyên dayikan û diruşmên silavkirina şehîdan hate veşartin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9lrKVM0-84U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>